YE: Me li Enqereyê çareseriya pirsgirêka Kurd gotûbêj kir

Nûnera Payebilind a Têkîliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya YE Frederîca Mogharînî anî ziman ku hefteya bihurî bi rayedarên hikûmetê re li Enqereyê civiyane, hevdîtinên berfireh pêş xistine.

Nûnera Payebilind a Têkîliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya YE Frederîca Mogharînî anî ziman ku hefteya bihurî bi rayedarên hikûmetê re li Enqereyê civiyane, hevdîtinên berfireh pêş xistine û di van hevdîtinan de jî mijara esasî çareseriya pirsgirêka Kurd bû.

Mogharînî got; “Em desthilatdariyê destek dikin ku li dijî darbekaran tevdîran pêş bixin, lê em napejirînin ku girtinên komî bikin, derhiqûqî ji wezîfeyê dûr bixin, hilbijartî û şaredarên Kurd ji wezîfeyê bikin. Divê di demek herî kurt de ev vegerin qadên xwe yên hilbijartinê û dîsa bên hilbijartin.”

Nûnera Payebilind a Têkîliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya YE Frederîca Mogharînî xîtabî desteya giştî ya Parlamentoya Ewropayê kir, diyar kir ku hefteya bihurî bi rayedarên hikûmetê re li Enqereyê civiyane, hevdîtinên berfireh pêş xistine û di van hevdîtinan de jî mijara esasî çareseriya pirsgirêka Kurd bû.

‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DIVÊ JI NÛ VE PÊVAJO DEST PÊ BIKE’

Mogharînî da xuyakirin ku di hevdîtinên Enqereyê de têkîldarî tevgera li gor dewleta hiqûqê û pîvanên demokrasiyê û her wiha ji bo pirsgirêka esasî, pirsgirêka Kurd bigihêje çareseriyekê pêvajoyek nû dest pê bike bi muxatabên xwe re gotûbêj kirine. Mogharînî îfade kir ku Tirkiye mutefîkekî stratejîk ê YE ye, ji muxatabê xwe re jî ragihandine ku ji bo pirsgirêkên heyî bêne derbaskirin û di serî de Sûriye, ji bo pirsgirêkên li herêmê bêne çareserkirin, YE amade ye ku bikeve nav hewldanan.

‘EM NAPEJIRÎNIN KU HILBIJARTÎ JI PEYWIRÊ WERIN GIRTIN’

Mogharînî wiha got: ‘’Em li pişt desthilatdariyê ne ku li dijî darbekaran tedbîran bistîne, lê girtinên girseyî, ji peywirê girtina li derveyî hiqûqê, ji peywirê girtina hilbijartiyên Kurd û hevşaredaran napejirînin. Di demeke kurt de divê ev di heremên hilbijartinê de berê xwe bidine gel û hilbijartin were nûkirin.’’ Mohgarînî diyar kir kêşeyên pir mezin hene ku ev li cem wan fikaran çêdikin û got, ji bo ku ev kêşe werin çareserkirin divê Tirkiye bi Konseya Ewropayê re di nav têkiliyê de be ku ew bi xwe jî endamê wê e. Mogharînî wiha anî ziman: ‘’Xala herî girîng ku bi me re fikaran çêdike jî ew e ku di navbera welatiyên Tirk û Ewropî de di van demên dawî de, veqetîneke wiha çêdibe ku her diçe ev zêdetir dibe.’’

Endamê Berpirsê Muzakereyan a ji Rabûna YE’yê berpirsyar Johannes Hahn jî wiha got: ’’ Em ji Tirkiyê dixwazin ku pirsa Kurd ne bi rêbaze leşkerî lê li ser esasên polîtîk çareser bike.’’

MESELEYA KURD LI BENDA ÇARESERIYÊ YE

Di desteya giştî ya PA’yê de, di nîqaşan de ku nêzî 2 saetan dom kir, Serokê Komîsyona Karê Derve yê PA’yê Elmar Brok jî wiha anî ziman: ‘’Pirsa Kurd li benda çareseriyê ye. Em weke YE’yê di vê rêyê de divê em dîyalogê bixwazin. Ji ber ku Tirkiyeyeke di nav şer de wê zêde ne hîkar be.’’

ÇI KESÊ KU REJÎMÊ DIDE BER PIRSA TÊN PIRNISANDIN

Di rûniştinê de nûnerên polîtîk ên koman ên endamên PA’yê û 40 parlamenter fikrên xwe gotin, hate gotin ku serweriya Enqerê ji otorîteyê şemitî ye, li hemberî Kurdan, rewşenbîr, rojnamevan û çi kesê ku rejîmê dide ber pirsan hewl dide ku wan bipirnisîne û ev jî fikaran bi wan re çêdikin. Ji ber sedema serbestiya vîzeyê, meseleya penaberan, helwestên Erdogan, şaredarên ku ji peywirê hatine kirin, rewşa Sûriyê, têkoşîna dij DAIŞ û selefiyan, pozîyona Kurdan, perspektîfa endamtiya tam a Tirkiyê ji bo YE’yê êdî ketiye rewşeke wiha ku were rapirsîn.