Li Parlamenta Ewropayê Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava dibe

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê piştî hevdîtina bi Koma Sosyalîst û Demokratan a li Parlamenta Ewropayê (PE) ragihand, ku wê li PE Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava bibe.

Rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku piştî agahî ji Ocalan wergirtin dawî li greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê anîn, hevdîtinên xwe yên li Parlamenta Ewropayê duh jî dewam kirin. Li dû hevdîtina bi Koma Sosyalîst û Demokratan a PE, hat ragihandin ku wê Koma Dostaniya Şengal-Êzidî li Parlamenta Ewropayê were damezrandin.

Heyeta ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Bedîrhan Kahraman û Beşîr Êzidî, bi Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan a PE Josef Weîdenholzer re hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de li ser greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo naskirina statuya Şengalê di navbera 23'ê Tebaxê û 13'ê Îlonê de hat lidarxistin, agahî hat dayîn. Rêveberên Meclîsê daxwazên rewa yên gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî dubare kirin û xwestin statuya Şengalê bê naskirin, YBŞ û YJŞ weke hêza parastinê bên qebûlkirin û pêşî li vegera li axa xwe ya bi deh hezaran Êzidiyên penaber bê vekirin.

WÊ LI PARLAMENTA EWROPAYÊ KOMA DOSTANIYA ŞENGAL-ÊZIDÎ WERE DAMEZRANDIN

Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan Josef Weîdenholzer jî da xuyakirin, ku gelek partiyên li Parlamenta Ewropayê li ser avabûna Koma Dostaniya Êzidî li hev kirine. Weîdenholzer diyar kir, parlamenterên Parlamenta Ewropayê wê Koma Dostaniyê di 12'ê Cotmehê de bi rengekî fermî ragihînin.

WÊ NÛNERÊN MECLÎSA DAMEZRÎNER A ŞENGALÊ JÎ WERIN VEXWENDIN

Çav li rê ye ku ji bo merasîma ragihandina Koma Dostaniya Êzidî, 10 kes ji rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê û herî kêm 2 rêveberên Meclîsa Damezrîner a Şengalê bên vexwendin. Weîdenholzer ragihand, xebatên wan ên ji bo vexwendina rêveberên ji Şengalê bên anîn, dewam dikin.

LI SER ŞENGALÊ RAPOR TÊ AMADEKIRIN

Josef Weîdenholzer destnîşan kir, ku ew daxwaza naskirina statuya Şengalê rewa dibînin û soz da ku xebatên wan ên ji bo naskirina vê daxwazê wê bidomin.

Weîdenholzer da zanîn, endamên Parlamenta Ewropayê li ser statu û rewşa Şengalê raporekê amade dikin û diyar kir, ev rapor wê di dawiya salê de amade be.

BI SEROKÊ KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA PARLAMENTA EWROPAYÊ BROK RE HEVDÎTIN HAT KIRIN

Rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê di çarçoveya serdana xwe ya li Parlamenta Ewropayê de bi Serokê Komîteya Karên Derve û endamê Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a Elman Elmar Brok re hevdîtin kirin.

Endamên heyeta Êzidî di vê hevdîtinê de bal kişandin ser zextên PDK li Şengalê û rêveberiya xweser dike û xwestin, li ber van zextan rabin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê Elmar Brok jî îdîa kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Şengalê divê alî li hev bikin û nexwest li ser zextên PDK'ê şîroveyê bike.

Endamên heyeta Êzidî jî da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew bi rengekî erênî tevdigerin û bibîr xistin, ku PDK'ê di sala 2014'an de Şengal di nava zilma çeteyên DAIŞ'ê de hişt. Endamên heyetê diyar kirin, tevî vê yekê jî PDK zexteke giran li wan dike.