Di dema vekirina Parlamenta Swêdê de qeyûm hat şermezarkirin
Bi wesîleya destpêkirina sala nû ya qanûndanînê, li pêşiya Parlamenta Swêdê merasîm hat lidarxistin. Komek ji Kurdistaniyan di dema merasîmê de xwepêşandanek lidar xist û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin.
ANF
STOCKHOLM
çarşem, 14 rezberê 2016, 09:03
Bi wesîleya destpêkirina sala nû ya qanûndanînê, li pêşiya Parlamenta Swêdê merasîm hat lidarxistin. Komek ji Kurdistaniyan di dema merasîmê de xwepêşandanek lidar xist û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin.
Dema wezîr û parlamenter diketin hundirê avahiya parlamentê, Kurdistanî li Mynttorget a li kêleka avahiya parlamentê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hildan û bi qîrîna dirûşman desteserkirina 24 şaredariyên Kurdistanê şermezar kirin.
Polîsan ji ber xwepêşandanê li derdora avahiya parlamentê tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin. Balkêş bû bi hin polîsan re çekên giran jî hebûn.
Kurdistaniyan danê êvarê jî di dema merasîma vekirina parlamentê ya li avahiay Konserhûsetê, çalakiyek lidar xistin. Çalakgeran pankarteke mezin a bi nivîsa "Tirkiye=Dewleta Îslamê" vekirin û bi dowîzê hilgirtî, darbeya li dijî şaredariyên Kurdan û komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Di dema çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Bila artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî Serok Apo" û "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hatin qîrîn.