FEDA: Ev meh ji bo elewiyan meha xwebûnê ye
FEDA, têkildarî meha Muharemê diyar kir ku ev meh ji bo Elewiyan’ meha xwebûnê’ ye û got, ‘’Gelên Elewî-Kizilbaş li dijî radestbûnê berxwedan, li dijî îxanetê serhildan hilbijartine.’’
FEDA, têkildarî meha Muharemê diyar kir ku ev meh ji bo Elewiyan’ meha xwebûnê’ ye û got, ‘’Gelên Elewî-Kizilbaş li dijî radestbûnê berxwedan, li dijî îxanetê serhildan hilbijartine.’’
Meclîsa Pîran a Federasyona Elewî yên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) ji ber meha Muharremê daxuyaniyeke nivîskî da û got; ‘’Em ê ji zaliman hesab bipirsin.’’
‘EM Ê JI ZALIMAN HESABPIRSÎNÊ BERDEWAM BIKIN’
‘’Komên gel ên baweriyê yên Elewî-Kizilbaş bêyî ku doza heq û heqîqetê yê Imam Huseyîn, şehîdê şah ê Kerbelayê ji bîr bikin, her sal wî bi bîr tînin, 12 rojan rojî digirin, bi girtina şînê û civatan xwedî li doza rûmetdar derdikevin û wê heqê mezlûman ji zaliman bipirsin.
Gelên Elewî-Kizilbaş li dijî radestbûnê berxwedan, li dijî îxanetê serhildan hilbijartine. Desthilatdarî û teslîmbûna Yezîdê zalim nalet lê anîne û li gel mezlûman, heq û heqîqetê û berxwedanê helwest girtine.
Komên gel ên baweriya Elewî meheke din a Şîna Muharrem jiyane. Tam jî li Kerbelayê û xakên ku Kerbela lê ne, li Firatê, li dijî zilma Yezîdan berxwedana mezlûman a Huseyînî berdewam dikin.’’