Hekîm: Tirkiye zêdegaviyê dike

Hevgiriya Neteweyî ya Şîa, ku li Iraqê tevgera herî bi bandor a siyasî ye, xwest ku dewleta Tirk ji Iraqê derbikeve. Serokê Hevgiriyê Emmar Hekîm got, "Tirkiye zêdegaviyê dike."

Hevgiriya Neteweyî ya Şîa bertekek tund li dijî rikdariya Erdogan û rêveberên dewleta Tirk da, ku leşkerê xwe li Başîka û Başûrê Kurdistanê dihêlin.

Serokê Hevgiriyê Hekîm îro bi daxuyaniyekê xwest ku dewleta Tirk ji nav xaka Iraqê derbikeve.

Hekîm di axaftina xwe de dengê xwe li dewleta Tirk kir û got, "Bi bayê bezê xaka Iraqê biterikînin. Berxwedana Iraqiyan neceribînin. Dewleta Tirk divê bi hedê xwe bizanibe. Tenê Iraqî dikarin di azadkirina Mûsilê de cih bigirin û Hikûmeta Iraqê wê biryarê bide bê ka kî wê tevlî bibe û kî tevlî nebe."