Balûken: Li ser 12’ê Îlonê wê dîktatoriya Erdogan ava bikin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken diyar kir, plangeriya seroktiyê ya serweriya AKP/Qesrê tê wateya rejîma dîktatorî û got, ‘’Li ser darbeya Evren wê dîktatoriya Erdogan ava bikin.’’
Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken diyar kir, plangeriya seroktiyê ya serweriya AKP/Qesrê tê wateya rejîma dîktatorî û got, ‘’Li ser darbeya Evren wê dîktatoriya Erdogan ava bikin.’’
Serokwekîlê Koma HDP’ê têkildarî gotinên Binalî Yildirim, Serokwezîrê Tirk ku gotibû, ‘’pêşnûmeya pergala serektiyê wê were Meclîsê’’ nirxandin kirin, destnîşan kir ku darbeya Erdogan ya piştî darbeyên 7’ê Hezîranê û 15’ê Tîrmehê Tirkiye kiriye nav krîzeke siyasî, krîza herêmê û aborî’’ û bi berdewamî got, ‘’berpirsê vê rewşê Erdogan e.’’
‘DIXWAZIN SÎSTEMA DÎKTATORÎ LI GEL FERZ BIKIN’
Balûkên têkildarî pergala serektiyê ku AKP dixwaze bîne anî ziman ku ‘’dixwazin dîsa sîstema dîktatoriyê, serektiyê li gelên Tirkiyeyê ferz bikin.’’
Balûkên bi berdewamî diyar kir derdê AKP’ê ne ew e ku welêt ji vê rewşa neyênî xilas bikin, lê dixwazin rejîma yekzilamî ya Erdogan ava bikin û ev weke bêhurmetî û bêsinciyekê nirxand. Balûkên di daxuyaniya xwe de diyar kir derdê van ne gel û welat e tenê derdê wan ew e ku Erdogan bikin serek û jê pê ve welat di şewite ne di xema wan de ye û got ’Dixwazin rejîma serektiyê, ya yek zilamiyê li gelên Tirkiyê ferz bikin’’
Balûken bal kişande ser krîza ekonomîk a Tirkiyê û got sedema vê krîzê ‘hewese serektiyê ya Erdogan e’’
‘GEL DIXWAZE JI VÊ KRÎZÊ DERBIKEVE’
Balûken diyar kir gel dixwaze ji krîza heyî derbikeve û tenê bi rêgezên demokrasiyê, aştiya civakî, dewleta hiqûqê mirov dikare ji krîzê derbikeve û bi berdewamî hikûmeet ji bo pergaleke dîktatorî ku demokrasiyê ji holê radike, aştiya civakî dibe cihekî taloke û rêgeza cihêbûna hêzan ji holê radike.
Balûken di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘’Nîqaş dikin bê ka destûreke dîktatorî wê çawa bikaribin ava bikin. Destûra bingehîn a Kenan Evren wê weke xwe bimîne, çend xalan wê jê biguherin û li ser darbeya Evren dîktatoriya Erdogan ava bikin.’’