Serokê Maldîvlerê bi civîna çapemeniyê ya 15 saetan rakor şikand
Serokê Maldîvlerê Mohamed Muizzu bi civîneke çapemeniyê ya ku nêzî 15 saetan dom kir rekor şikand.
Serokê Maldîvlerê Mohamed Muizzu bi civîneke çapemeniyê ya ku nêzî 15 saetan dom kir rekor şikand.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Seroktiyê hat ragihandin ku civîn roja Şemiyê saet 10.00’an destpêkiriye û bi giştî 14 saet û 54 deqe dom kiriye.
Di çalakiya ku di çarçoveya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat lidarxistin de Muizzu bal kişand ser girîngiya azadiya ramanê.
Di civîna ku 20 rojnamevan lê amade bûn de pirsên gel jî hatin bersivandin.