Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi mîtîngekê ve zextên li ser televîzyonên Kurd hatin protestokirin.
ANF
DARMSTADT
şemî, 15 kewçêrê 2016, 07:57
Di aktîvîteyê de ku ji hêla Meclîsa Jinê ya Roza û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, şîrketa satalaytê Eûtelsat a biryara girtina Med Nûçe TV îmze kir û hikûmeta AKP’ê hatin şermezarkirin.
Di mîtîngê de Hevserokê NCKD Merdan Kaçmaz axivî, anî ziman ku siyaseta qirêj a Erdogan û biryara tarîkirinê ya Eûtelsatê têkîldarî hev in, got wê serî li ber vê biryarê netewînin. Kaçmaz îfade kir ku wê heta dawî xwedî li dezgehên medyayê derkevin.
Di çalakiyê de ku dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Qatil Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan”, “Med Nûçe Nayê Bêdengkirin” hatin berzkirin, gelek belavok jî hatin belavkirin.