KNK’ê û Med Nûçe bang li Italyayê kir

Rayedarên KNK’ê û Med Nûçeyê xwestin ku Italya li dijî AKP’ê ku dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, bêdeng nemînin.

Şandeyeke ku ji Endamê KNK’ê  Yilmaz Okran û rayedarên televizyona Med Nûçe pêk hatî bi Serokê Koma Partiya Azad û Ekolojiya Çepgir a Italyayê Aurturo Scotto re hevdîtinek kir.

Di hevdîtinê de hate gotin Med Nûçe bi zexta dewleta Tirk ji hêla Eutelsatê ve bi awayekî nehiqûqî hatiye girtin.

Biryar hate standin ku di rojên pêş me de konferanseke çapemeniyê ya berfireh were çêkirin.

Rayedarên KNK’ê û televizyonê xwest ku hikûmeta Italyayê li dijî zextên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya Kurd û muxalîfan dengê xwe derxîne û helwestê nîşan bide.