Ji bo TV 10 her şemî çalakî

Saziyên Elewî li Meydana Galatasarayê li hev civiyan û ji bo piştgiriya li TV 10 çalakî li dar xistin.

Saziyên Elewî îro li Meydana Galatasarayê gihaştin hev û li gel televizyon û radyoyên Kurd û muxalîfan ji  bo TV 10 ku bi destê AKP/Qesrê hatin girtin çalakî li dar xistin.

‘BI PARIYÊ ELEWIYAN HATE VEKIRIN ..’

EndamÊ Desteya Rêveberiya TV 10 Velî Bukukşahîn diyar ki ji bo TV  10 ku bêyî ku zemîneke wê ya hiqûqî ya girtinê hebe, hatî girtin her şemî saet 14.00’an wê li Meydana Galatasarayê çalakiye bêîtîatiya sivîl pêk bînin. Buyukşahîn diyar kir TV 10 bi pariyê devê Elewiyan hatiye vekirin û bertek nîşan da ji berk u TV 10 dewrî TRT’ê hate kirin.

Buykuşahîd diyar kir ji vê hêlê ve ti cihêtî di navbera FETO û AKP’ê de nîn e û got, ‘’ên ku ji vê hişmendiyê zêde ziyan gihaştiye wan, nikarim me têxin sêhra wan.’’

...