Li Lubnanê Neteweya Demokratîk û Şoreşa Rojava hat vegotin

Di çarçoveya projeya ‘Nîjadperestî û Zayendparêzî’ ya Hewldana Hunerê ya bi navê 98 Weeks de nûnerên Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd dawetî Lubnanê hatin kirin û modela alternatîf a li Kurdistanê tê avakirin vegotin.

Şeva beriya vê, ji Nûnertiya Tevgera Jina Kurd a Navneteweyî Dilar Dirik û Ji Navenda Têkîliyên Jinan a Kurd (REPAK) Meral Çîçek wek qiseker tevlî panelê bûn. Di panelê de ku rastî eleqeyek mezin hat, Konfederalîzma Demokratîk û wek qada wê ya şênber jî Şoreşa Rojava hat vegotin.

Di panelê de nûnera REPAK’ê Meral Çîçek bal kişand ku şerê li Rojhilata Navîn tê wateya 3’yemîn Şerê Cîhanê, destnîşan kir ku modernîteya kapîtals 200 sal in hewl dide xwe li Rojhilata Navîn ava bike. Çîçek wek amûrên wê yên bingehîn jî nîjadperestî û netew-dewlet nirxand, di axaftina xwe de bal kişand ser têkîliyên navbera nîjadperestî û zayendparêziyê. Çîçek di berdewama axaftina xwe sîstema Konfederalîzma Demokratîk a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêşxistin vegot.

Piştî Çîçek, Dilar Dirik jî behsa Şoreşa Rojava ya ku Konfederalîzma Demokratîk ketiye meriyetê vegot. Dirik di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xweparastinê ya ji bo jinan, ragihand ku Şoreşa Rojava ji ber xwe pêk nehatiye, xwe dispêre keda yekser a Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd. Piştre jî behsa qadên cuda yên di pêşengtiya jinê de hatine avakirin kir.

Piştî axaftinan, beşdaran têkîldarî Tevgera Azadiya Jina Kurd, têkîldarî guhertina paradîgmayê ya Tevgera Azadiya Kurd pirsên xwe pirsîn û têkîldarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Duh êvarî dîsa di çarçoveya heman projeyê de li Beyrûtê li Muzeya Sûrsockê şevek pirtûkxwendinê hate lidarxistin. Di aktîvîteyê de gotara endama Komîteya Jineolojiyê ya Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) Pelşîn Tolhildan a bi navê ‘Parastina Rewa ya Veşartî: Niha Xweza Daxive’ hate xwendin. Naveroka gotarê ji hêla beşdaran hat gotûbêjkirin.

...