Li Antalya û Aksarayê operasyonên qirkirina siyasî

Bi fermana AKP/Qesrê li dijî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî didome. Di serdegirtinan de li Antalya û Aksarayê gelek kes hatin binçavkirin.

ANTALYA

Vê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malên li Antalyayê de girtin. Hate diyarkirin ku lîsteyek binçavkirinê ya ji 55 kesan pêk tê di dest polîsan de ye, lê nehat zelalkirin bê di serdegirtinan de heta niha çend kes hatine binçavkirin. Hate gotin ku biryara binçavkirinê bi îdîaya “Di pêkhateya ciwanan a KCK’ê de cih digirin” hatiye kirin. Di lîsteya 55 kesî de Nûçegîhanê DÎHA’yê Feyyaz Imrak ê meha bihurî ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa L a Antalyayê tehliye bibû jî heye. Hate ragihandin ku di lîsteya binçavkirinê de biryarek sosret heye. Der heqê Parêzer Hakan Evcîn ê meha bihurî hatiye girtin jî biryara binçavkirinê hatiye derxistin. Dîsa der barê parêzer Sîdar Ozturk û Ozden Saldiran jî biryara binçavkirinê heye.

AKSARAY

Ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Aksarayê ve li hemberî rêveberên HDP'ê di saetên serê sibehê de operasyon hat destpêkirin. Di operasyonan de ku hemwext pêk hatin, ji 14 kesên ku der barê wan de biryara girtinê hatî dayîn 7 kes hatin binçavkirin û lêgerîna 7 kesên din jî didome. HDP'iyên hatin binçavkirin piştî di kontrola tendirûstiyê re hatin derbaskirin birine Midûriyeta Polîsan a Aksarayê.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Îsmaîl Duygun, Rifat Sarikaya, Şengul Duman, Cengîz Palta, Ercan Palta, Îsmaîl Sarıkaya û Akîf Erdogan.