Salvegera 88'an a Terteleya Dersimê: Çerag hate pêxistin, meşa bi bêdengî pêk hat

Di salvegera 88'an a Terteleya Dersimê de kesên hatin qetilkirin hatin bîranîn û li Gola Çeto ya li navenda Dersimê merasîma çeragê hate lidarxistin.

Rêveberên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Rêxistina DEM Partiyê ya Dersimê û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), her wiha endamên saziyên civakî yên sivîl û gelek kesên ji şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de çerag hatin pêxistin û lokma hatin parvekirin. Piştre jî beşdaran ji Kolana Huenrê dest bi meşeke bi bêdengî kirin.

Di çalakiyê de kesên di Terteleya Dersimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku divê yekîtî, piştevanî û parastina hişê civakê pêk were.