Kobanê: Divê Ewropa destekê bide pêvajoya jinûve avakirinê
Di panelekê de ku li Lozanê hate lidarxistin, Şoreşa Rojava û rewşa heyî hate nirxandin.
Di panelekê de ku li Lozanê hate lidarxistin, Şoreşa Rojava û rewşa heyî hate nirxandin.
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi mijara “Şoreşa Rojava û Pêşketinên Siyasî yên li Rojava” panelek hate lidarxistin. Di panelê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat, Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê wek qiseker tevlî bû.
Panel, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Kobanê diyar kir ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin, got bi berxwedana Kobanê ve nirxên mirovahiyê hatine parastin. Kobanê anî ziman ku bi taybet pêwîst e Ewropa destekê bide pêvajoya jinûve avakirinê ya Kobanê, der bir ku wek PYD’ê dibêjin ku siberoja Sûriyeyê girêdayî sîstemek federal e.
Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.