Demîrtaş li kongreya Syrîza axivî

Kongreya 2. a Syrîza dest pê kir. Demîrtaş tevlî kongrê bû û banga hevgirî û têkoşîna hevpar li dinyayê kir.

Kongreya 2. a Syrîza li Yewnanîstanê dest pê kir û wê heta 16'ê Cotmehê dewam bike. Tê payin ku Syrîza di rêveberiyê xwe de guherînan bike û bi kongreyê dixwaze rabûneke nû bike.

Ji partiyên Kurdistanê jî tevlîbûneke di asta bilind de heye. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar li kongreyê hazir bûn.

Li kongreyê destpêkê Sekreterê Desteya Navendî ya Syrîza Panos Rîgas axivî û piştre Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras armanc û xebatên xwe yên partiyê vegot. Çîpras diyar kir ew ê bi kongreyê hem di hikûmet û hem jî di rêveberiya partiyê de guherînan pêk bînin.

DEMÎRTAŞ: BI TÊKOŞÎNA HEVPAR EM DIKARIN FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN

Piştre nûnerên partiyên di parlamenta Yewnanîstanê de peyamên xwe dan. Roja pêşî di nav qisekeran de tenê Serokê Partiya Çepgir Pîerre Laureng û Demîrtaş peyamên xwe dan.

Demîrtaş diyar kir di serdemeke dijwar de Syrîza li Yewnanîstan berpirsyariya dîrokî girtiye. Demîrtaş destnîşan kir, ku bi hevgiriyeke global û têkoşîneke hevpar a gelan faşîzm û mêtingerî dikare were rawestandin.

Piştî ku Demîrtaş peyama xwe da ciwanên Yewnan bi dirûşmeyan bang biratiya gelan kirin û gotin ew li pişt ciwanên Kurd in.

Vê êvarê jî Salih Muslim û Mele Bextiyar wê peyamên xwe bidin.

...