ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Sêrtê 18 kes hatin girtin, li Stenbolê 6 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 18 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî 6 kes hatin binçavkirin. -
KNK'ê li dijî êrîşkariya dewleta Tirk banga têkoşîna hevpar li Kurdan kir
KNK'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan eniyên şer vekiriye û bang li hemû Kurdan kir, ku bi têkoşîneke hevpar li ber vê dagirkeriyê rabin. -
Êrîşên li ser Rojava tên protestokirin: Kujer Erdogan!
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. -
Altûn û Bûcak bal kişandin ser zextên li Şaredariyên Kurdan tên kirin
Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak tevlî civînek li Strasboûrgê bûn û zextên li rêveberiyên herêmî tên kirin, ji gel re vegotin. -
Bîlîcî: Îşkenceyek ji ya 12'ê Îlonê girantir li girtiyan tê kirin
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî destnîşan kir, îşkenceya ji ya serdema 12'ê Îlonê girantin li girtîgehan tê kirin û got, azadî û mafên bingehîn hatine betalkirin. -
Sûriye: Balafirên şer ên Tirk bikevin sehaya me ya hewayê em ê bixînin
Artêşa Sûriyeyê da xuyakirin ku eger balafirên şer ên Tirk bikevin sehaya hewayî wê bixînin. -
Li Kolnê li pêşiya Şaxê Eûtelsatê daxuyaniya çapemeniyê
Çalakiyên protestoyê yên li dijî Eûtelsayê ya bi hevkariya dewleta Tirk a di necamên pilanên qirêj de weşanên Med Nûçe TV û Newroz TV reş kirin dewam dikin. -
Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, kampanyaya piştgiriyê ya bi Şirnexêre da destpê kirin
Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji bo piştgiriya bi gelê Şirnexê re kampanyayek di bin navê “Li Malên Bi Hêvî Roj Nu Lê Hil bibe” da destpê kirin. -
Li Kolnê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava hate protestokirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan, qetlîam û bomberdûmana artêşa Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şermezar kir. -
KCDK-E: Em li dijî dagirkeriyê, dewleta Tirk a mêtinger rabin ser piyan
KCDK-E: Li ser esasê protestokirin û hişyarkirina dewleta Tirk a dagirker, di serî de li dijî sefaretxaneyên Tirk, divê gelê me nerazîbûnên xwe yên demokratîk deyne holê. -
Li Romayê çalakiya ji bo Med Nûçeyê di roja 4’emîn de ye
Çalakiyên protestoyî yên ji ber astengkirina weşana Med Nûçe TV ku li ser daxwaza dewleta Tirk Eûtelsatê pêk anî, didomin. -
Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ya Ewropayê, şaredariyên li Kurdistanê gotûbêj dike
Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ya Ewropayê wê îro şaredariyên ku li Kurdistanê ji wezîfeyên hatine kirin û girtin gotûbêj bike. -
HDP: Êrîşên li dijî Efrînê, sûcê li dijî mirovahiyê ye
HDP'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên Erdogan û AKP'ê di dîroka mirovahiyê de wê bi şermezariyê werin bîranîn û bang kir dewleta Tirk kir, ku dest komkujiyan berde. -
'Em bi dengekî bilind li ber dagirkeriya Tirk rabin'
TJK-E û KCDK-E bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir, ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya Ewropayê û saziyên demokratîk. -
Saziyên navneteweyî xwestin 'Rewşa Awarte' ya AKP'ê bê rakirin
26 saziyên civaka sivîl a navneteweyî dan xuyakirin, ku AKP hewl dide dengê mûxalîfan bibire û xwestin Rewşa Awarte were rakirin. -
Kurdên li Marsîlyayê xwedî li televîzyonên xwe derketin
Kurdên li Marsîlyayê dijîn, girtina qenalên xwe yên televîzyonê şermezar kirin. -
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat: PKK'ê nas bikin
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bal kişand ser operasyona Mûsilê û diyar kir, ji bo jin û zarokên dîl hatine girtin, divê Êzidî tevlî operasyonê bibin. Meclîsê ji hêzên navneteweyî jî xwest, PKK'ê nas bikin. -
KRHE dagirkirina şaredariyan dinirxîne
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE) wê dagirkirina şaredariyên li Kurdistanê binirxîne. -
KOMAW: Em xwedî li Med Nûçe û Newroz TV derkevin
KOMAW'ê bang li gel kir ku xwedî li televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV derkeve. -
Li Braûnschweîgê xwerêveberî û hovîtiya li Cizîrê hatin nîqaşkirin
Li bajarê Braûnschweîgê, hovîtiya li Cizîrê hat kirin û berxwedana xwerêveberiyê di panelekê de hatin nirxandin. -
Hêzên rejîmê êrîşî sivîlan kirin: 2 kes birîndar bûn
Sekvanên rejîma Baasê li taxa Şêx Meqsûdê êrîşî sivîlan kirin û 2 sivîl birîndar kirin. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Enqereyê gelek HDP'yî hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Enqereyê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin, ku di nav de rêveberên HDP'ê jî hene. -
Têkildarî Med Nûçe pêşniyar pirsek pêşkêşî Parlamenta Îtalyayê hat kirin
Ji bo televîzyona Med Nûçe ku şîrketa Fransayê Eutelsaetê roja 3'ê Cotmehê weşana wê sekinand, pêşniyar pirsek pêşkêşî Parlamenta Îtalyayê hat kirin. -
Li Wanê 6 kes hatin girtin
Ji 38 kesên di hefteya bihurî de li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin. -
Tecrîd li Rennesê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan, çalakiyeke rûniştinê pêk anîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.