Salîh Muslîm di kongreya Syrîzayê de axivî

Salîh Muslîm di kongreya Syrîzayê de axivî û diyar kir ku qedera gelê Kurd û gelê Yewnan wek hev in.

Li Yewnanîstanê Kongreya awarte ya Syrîzayê berdewam dike. Syrîza bi vê kongreyê ve dixwaze derketinek xurtir bi dest bixe. Ji bo kongreyê ji bilî gelek partiyên sosyalîst ên cîhanê, HDP û PYD jî hatin dawetkirin.

Di roja yekem a kongreyê de Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş peyam da û bal kişand li ser têkoşîna hevpar.

Di roja duyemîn ya kongreyê de axaftin berdewam dikin.

Hevserokê PYD’ê Salîh Mûslîm û ji YNK’ê Mele Bextiyar jî di kongreyê de peyamên xwe dan.

Muslîm destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Kurdan û Yewnanan de dîrokî ne û qedera her du gelan jî wek hev in. Salîh Muslîm diyar kir ku di vê demê de ji bo Yewnanîstanê Hikûmetek çepgir wek şansekê ye û ji bo kongreyê serkeftin xwest.

...