Kadrî Bagdû, li ser gora wî hate bibîranîn

Kadrî Bagdû yê dema rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikir li Edeneyê hate qetilkirin, li ser gora wî hate bibîranîn.

Malbat û hevalên Bagrû ji bo cinayet nebe “kiryar nediyar” hişyarî kirin û xwestin ku lêpirsîn ji nû ve bê kirin.

Kadrî Bagdû yê ku 14’ê Cotmeha 2014’an li Edeneyê dema rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikir di encama êrîşek çekdarî de jiyana xwe ji dest da, di duyemîn salvegera qetilkirinê de li ser gora wî ya li Goristana Oba ya li navçeya Seyhanê hate bibîranîn. Di bîranînê de malbata Bagdû, hevalên wî yên xebatê, kedkarên çapemeniya azad, endamên HDP, HDP, MEYA-DER, MKM, Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Li ser gora Bagdû, li gel rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, qurnefîl hatin danîn, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtinê, destpêkê Nûnerê MEYA-DER’ê ya Edeneyê Mûrat Tûrgay axivî, anî ziman ku bi salan e qetlîma bi serê Kurdan tên anîn û got; “Lê, wê gelê Kurd bêzar nebe. Duh çawa têkoşiya, wê îro jî vê bidomîne.”

Piştre hevalê xebatê yê Bagdû Fahrettîn Kiliç mafê axaftinê wergirt, wiha ragihand; “2 sal beriya niha, îro dema hevalê me Kadrî Bagdû rojname belav dikir, li Taxa Ova ya girêdayî Semta Şakîrpaşayê bi êrîşek çekdarî hate qetilkirin. Wek di rapora pêşotopsiyê de jî hatiye gotin, ji bo hevalê me yê bi 5 guleyan hatiye qetilkirin, Emniyeta Edeneyê qaşo lêpirsîn kiriye, lê têkîldarî qetilkirina Bagdû ti delîl nedîtine, dosya li şûna dozgeriya ‘terorê’, wek cinayeteke asayî ji hêla buroya cinayetê hate girtin.”

Kiliç îfade kir ku li gor fezlekeya emniyetê, kujer ê ku tevahî taxê dît, di 52 kamerayên ewlehiyê yên giştî taxê de nehatiye dîtin, diyar kir ku ev jî nîşane ye ku wê vê dosyayê jî mîna “kiryar nediyar” bihêlin û got; “Jixwe wisa jî dikin.”

Kiliç bal kişand ku qetilkirina Bagdû ne cînayetek asayî ye û wiha dewam kir; “Cinayetên Hîzbûlkontra û JÎTEM’ê yên salên 1990’î bi çapemeniya azad dest pê kirin, sala 2014’an de jî bi destê DAÎŞ’ê bi qetilkirina hevalê me Bagdû hate kirin. Piştî qetilkirina hevalê me, li dijî çapemeniya azad êrîşên hovane dewam kirine, bi dehan hevalên me hatine êşkencekirin û girtin.”

Kiliç herî dawî daxwaza ronîkirina cînayetê kir û wiha got; “Çapemeniya azad wê ti carî bêdeng nebe û generalên Apê Mûsa wê her tim rastiyan bigihînin gel.”

Hevjîna Bagdû Şemsa Bagdû jî mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku îro ji bo wan rojeke reş e û got; “Ji bo îro bigihêje ronahiyê divê failên Bagdû bêne eşkerekirin û cezakirin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.