ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyona Mûsilê di roja duyemîn de ye
Operasyona Mûsilê di roja duyan de berdewam dike. Ji saet 06.00 ve şer li rojhilatê başûr ê Mûsilê giran bûye. -
Giliyê Erdogan hat kirin, ji ber ku li dijûnên li Ermeniyan guhdarî kir
Wekîlê HDP’ê Paylan giliyê Erdogan kir, ji ber sedema dema ku sixêf li Ermeniyan hate kirin xwe kerr kir. -
'Em şûrê xwe li faşîzma AKP’ê radikin'
Rêxistina Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî da xuyakirin, ku faşîzma AKP-DAIŞ’ê berê xwe daye gelan, baweriyan û jinan û got, "Em qet ne neçar in". -
Bi hezaran kes li Bexdayê li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya artêşa Tirk a li Iraqê, bi hezaran kes îro li Bexdayê daketin kolanan û berê xwe dan Konsolosxaneya Tirkiyeyê. -
Di rojnameya ETC a Swêdê de ji bo Med Nûçe bang hat kirin
NCDK-Orebro, di beşa 'Nîqaşê' ya rojnameya ETC a Swêdê de gotarek weşand û welatên ku serî li ber zextên dewleta Tirk tewandin û televîzyonên Kurd girtin, şermezar kir. -
'Tirkiye di operasyona Mûsilê de israr bike, wê zerareke mezin jê bibîne'
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken got, li pişt daxwaza desthilatdariya AKP'ê ya ji bo operasyona Mûsilê xewn û xeyalên Neo-Osmanî hene û destnîşan kir, ku ev yek wê zerareke mezin bigihîne Tirkiyeyê. -
Basel Dem-Kurd: Em ê destekê bidin Bloka Çep û namzetên Kurd
Di 23'ê Cotmehê de ji bo rêveberiya Kantona Baselê (Regîerûngsrat) û parlamentera kantonê (Grosser Rat) wê hilbijartin bê kirin. Di vê hilbijartinê de namzetên Kurd jî hene, ku di nava partiyên çep de cih digirin. -
Parêzer Ûrfa: Em ê nûnertiya parêzerên karker bikin
Ji Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz Ozgur Ûrfa ku ji bo desteya rêveberiyê ya Baroya Stenbolê namzet e, da xuyakirin ku ew ê di nava organ û rêveberiya baroyê de parêzerên karker temsîl bikin. -
Li Enqereyê ji bo 45 rojan Rewşa Awarte!
Waltiya Enqereyê, bi hinceta ewlekariyê heta 30’ê Mijdarê her cure civîn, xwepêşandan û meş hate qedexekirin. -
Li Romayê li pêşiya avahiya Eûtelsatê xwepêşandan protestoyî
Kurdên ku li paytext Roma ya Îtalyayê dijîn, ji bo protestokirina tarîkirina weşana Med Nûçe TV û Newroz TV’yê li pêşiya ofîsa Eûtelsat a Îtalyayê çalakiya kon vedan. -
HDP: Em seferberiya siyasî û rêxistinî didin destpê kirin
HDP encamnameya civîna xwe yên rojên bihurî pêk hatî eşkere kir. Di encamnameyê de têkildarî xebatên ku di serdema bê de wê werin kirin agahî dan. -
Ji bo Şamoyev li Moskovayê merasîmek hate lidarxistin
Li Moskovayê ji bo Merab Şamoyev merasîmekî cenaze hate lidarxistin. KCK’ê ji bo malbatê peyam şand û diyar kir ku Şemoyev ‘Şehîdê Kedê’ ye. -
Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Eûtelsatê kon vedan
Li Parîsê li pêşiya avahiya Eûtelsat a ku weşana Med Nûçe TV û Newroz TV tarî kir bi çalakiya kon hate protestokirin. Wê çalakî 3 rojan ji saet 11:00 heta 15:00’an dewam bike. -
Di operasyona Mûsilê de 10 gund hatin rizgarkirin
Di operasyona Mûsilê de gelek gund û qad hatin rizgarkirin. -
Tuncel: Kurdan Tirkiye li derveyî Mûsilê hişt
Tuncel li Amedê bi karkeran re civînek li dar xist û di civînê de got, divê em xwe di serketinê de kilît bikin. -
Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê kirin
Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG'ê Şakîr Korkmaz (Serhat Garzan) hatibû vedan, kirin. -
Salvegera damezrandina PYD'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, ji bo salvegera 13. a damezrandina PYD'ê pîroz bikin şahiyek lidar xistin. Nûnerê PYD'ê yê Kobanê Zûhat Kobanê li vir axivî û got, ji bo siberoja gelên Sûriyeyê, sîstema federal nebe, nabe. -
Berxwedan faşîzmê têk dibe - Selahattîn Erdem
'Berxwedan faşîzmê têk dibe, ne tişteke din. Grî, lawlaw, teslîmbûn û lavakarî ti tiştekî rizgar nake. Lewre gotine: Li hemberê faşîzmê bêdeng nebe, nexwe wê dor bê ser te jî. Ango panzehîra faşîzmê berxwedan e.' -
Waliyê Dîlokê xwedî li endamê DAIŞ'ê derket
Waliyê Dîlokê Alî Yerlîkaya, ji bo endamê DAIŞ'ê Mehmet Kadîr Cebael ê di operasyona duh a polîsan de bombeya li ser xwe teqand got, "Ji bo zerarê nede cîranan, xwe li înşaeta aliyê din teqand." -
Kampanya faks, mail û nameyan dewam dike
Li dijî şîrketa Eutelsatê, ku weşana televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV sekinand, kampanya faks, email û nameyan a Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, dewam dike. -
Malbata Şêx Seyîd Tehayê Kemalîzade peyama spasiyê weşand
Li ser navê Malbata Şêx Seyid Tehayê Kemalîzde, Şêxê Terîqeta Neqşîbendî, Tahirê Kemalîzade spasî da KCK’ê, KNK’ê û sazî û kesên ku serxweşî dane malbata wan. -
Muslim: Li Sûriyeyê tenê Kurd çareseriyê dixwazin
Salvegera damezrandina PYD'ê li Kîelê hat pîrozkirin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li vir axivî û destnîşan kir, ku tenê Kurd dixwazin xwîna li Sûriyeyê tê rijandin bê sekinandin û çareseriyek pêk were. -
Şehîdên Cotmehê li Hîldesheîmê hatin bîranîn
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Şehîdên Cotmehê hatin bîranîn. -
Tûnç: Pêwîste hunermend bi gel re bin
Ferhat Tûnç li konsera li paytext Kopenhagenê axivî û ji hunermendan xwest li cem gel cih bigirin, ji gel jî xwest xwedî li saziyên xwe derkeve. -
Hollînger û Atici: Divê YE li dijî Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê
Seroka SP a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger û Parlamenterê SP ê Kantona Baselê Mûstafa Atici bang li Yekîtiya Ewropa (YE) kirin, ku li dijî Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê.