Parlamentera Iraqê ya ji Koma Dewleta Yasa, Ferdûs Ewadî têkîldarî hêzên Tirkiyeyê ya li Başûr nirxandin kirin. Ferdus Ewadî got hin agahî ji bajarê Mûsilê gihiştiye wan û wiha dewam kir; “Zêdetirî du hezar çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê bi yekîneyên taybet ên artêşa Tirk û îstixbareta wan re li Başîka di nava peywendiyên yekser de ne. Ew ji bo ku ji Mûsilê derkevin û pêşî li eşkerebûna Tirkiyeyê ku di dema ketina Mûsilê de ew perwerde kirine, bigre, bi artêşa Tirk re di nava diyalogê de ne."
Ewadî destnîşan kir ku li gor agahiyên heyî, hêjmarek efserên Tirk di nava DAIŞ’ê de li Mûsilê ne, bi bîr xist ku wan bi salan beriya ku DAIŞ êrîşî Mûsilê bike, ew terorîst perwerde kirine û wiha pê de çû; “Operasyona bicihbûna endamên Tirk û biyaniyan a di nava DAIŞ’ê de bi kordîneya mabeyna Tirkiye, Erebîstan, Qeter û hinek welatên Kendavê pêk tê.”
Parlamentera Iraqê her wiha behsa peywendiyên Tirkiye, Erebistan û Qeterê a li dijî Iraqê jî kir û wiha got: “Ev welat dizanin ku li Iraqê dawî li DAIŞ’ê hatiye. Ji bo wê jî neçar in bi her awayî di nava Mûsilê de piştgirî bidin wan.”