CDK-F: Em tevlî meşa şermezarkirina EUTELSAT’ê bibin

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û têkiliya qirêjî ya bi EUTELSAT’ê re sibehê bi xurtî tevlî çalakiya li Parîsê ya Fransayê bibin.

CDK-F wiha got, ‘’Dewleta Tirk a faşîst berxwedana mezin a gelê Bakurê Kurdistanê û destkeftiyên Tevgera Azadiyê ya Rojava qebûl nake û ji bo têkçûna li hemberî berxwedanê veşêre bi rê û rêbazên qirêj êrîşê dibe ser gelê Kurd û destkeftiyên wê. Ji bo faşîzma xwe veşêre bi ser çapemeniya azad de diçe. Dîktatoriya faşîst a Tirk û hevparê wê EUTELSAT dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin. Em ê nehêlin ku dengê me bibirin û dîktotorî pêk were.

Ji bo vê jî em bang li Kurdistaniya, çepgir, sosyalîstan, demokratan dikin ku sibehî bi xurtî tevlî çalakiya Parîsê bibin.’’

CIHÊ DESTPÊKA ÇALAKIYÊ

Cihê destpêka çalakiyê

Destpêka meşê:

Metro: 8

Rawestgeh: Lourmel

Saet: 14.00