Hesabê AKP/Qesrê li ser Pirsûsê neqadin
Rejîma AKP/Qesrê, ji ber berxwedana Kobanê serkeftî bû û tevahî xeyalên wê têk çû, Şaredarî û gelê Pirsûsê kiriye hedef û di her firsendê de berê xwe didiyê.
Rejîma AKP/Qesrê, ji ber berxwedana Kobanê serkeftî bû û tevahî xeyalên wê têk çû, Şaredarî û gelê Pirsûsê kiriye hedef û di her firsendê de berê xwe didiyê.
Rejîma AKP/Qesrê ji ber polîtîkayên dijminahiya Kurdan ji bo tevahî destkeftiyên Kurdan vala derxîne çi ji destan tê dike, ti carî destê xwe ji Şaredarî û gelê Pirsûsê ku di serkeftina berxwedana Kobanê de xwedî rolek mezin bû, nekişand. Rejîma AKP/Qesrê li dijî serkeftina Kobanê ku Serokkomarê Tirk Erdogan tevî xeyal û gotina xwe ya “Hema hema Kobanê ket” noqî avê bibû, di her firsendê de hewl dide Şaredarî û gelê Pirsûsê “ceza” bike. Li ser şaredariyê jî ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku AKP’î ye, ambargo heye û bi astengkirina xizmetên şaredariya Pirsûsê ve hewl dide tola hilînin. Sparteka herî berbiçav jî ew e ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP’î dest danî ser ji sedî 40 diravdaniya Şaredariya Pirsûsê û ti xizmetên ku pêwîst bû bikira nekiriye.
Heta niha ji ti qada xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP’î, gelê Pirsûsê ti xêr nedîtiye. Rejîma AKP/Qesrê ya vê jî têrker nabîne û çavê wê tenê bi lêpirsînên der heqê hevşaredaran bar nebû, Şaredariya Pirsûsê xist nav 25 şaredariyên DBP’î yên bi qeyûman hatin desteserkirin û bi darbeya qeyûman ve vê carê jî ket pey tolhildana bi dagikerî û darbeyê. Tevî hemû êrîşên AKP’ê ya ku li şûna hevşaredarên ji sedî 54 deng girtine qeyûm tayîn kir, gel û şaredariya Pirsûsê tawîzê nadin. Her çiqasî nikaribin avahiya xizmetê ya şaredariyê bi kar bînin û rayeyên wan hatibin xespkirin jî wek hilbijartiyan xizmeta gel didomînin.
‘EM XEBATÊN XWE DIDOMÎNIN’
Wekîlê Hevşaredarê Pirsûsê Halîl Akbaş têkîldarî rewşa dawî ya li navçeyê ji ANF’ê re axivî, destnîşan kir ku bi qeyûman ve desteserkirina şaredariyê, di heman demê de di serî de gelê Pirsûsê, xespkirina îradeya gelê Kurd e. Akbaş diyar kir ku mafê wan ê hilbijartinê hatiye xespkirin, got li gor vê jî wê berxwedana xwe hê kûrtir û berfirehtir bikin. Akbaş ragihand ku heta niha qeyûmê li ser şaredariyê nedîtine û naxwazin bibînin jî, wiha dewam kir; “Dest jê berde bi destî girtin, em naxwazin rûyê ew xespkerên ku bûne amûran hinan bibînin. Em xebatên xwe bi hevalên hilbijartî û hevalên karker û gelê xwe re dimeşînin.”
‘BI VÎ HALÎ EM KETINA ŞAREDARIYÊ NAPEJIRÎNIN’
Akbaş anî ziman ku ji roja yekem a xespkirina şaredariyê ve hewl dane bikevin şaredariyê, li ber xwe dane û ragihand ku her tim hatine astengkirin û êrîş li ser meşên girseyî pêk hatine. Akbaş wiha dirêjî da axaftina xwe; “Îro Şaredariya Pirsûsê kirine girtîgeh. Rehmê li qereqolan tînin. Her derê şaredariyê bi bendan hatiye dorpêçkirin, şibeka bi hesinan hatine girtin. Dora wê bi TOMA û wesayîtên zirxî hatine girtin. Bi vê halî jixwe em ketina şaredariyê napejirînin.”
‘DIKARIN BI QEYÛM AVAHIYA ŞAREDARIYÊ DESTESER BIKIN, LÊ…’
Akbaş bal kişand ku gel xwedî li şaredariya xwe derdikeve û destekê didin, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Mafê me yê hilbijartinê yê bi desteka gelê me di dilê me de ye. Em ji bo vê jî xebatên xwe didomînin. Niha bi karkerên şaredariyê re em bênavber xebatên xwe didomînin. Danê sibehê ez bi xwe tax bi tax digerim û kontrolan dikim. Ji bo xizmeta gel kêm nemîne, di cih de li xebatan dinêrim. Dikarin bi qeyûm avahiya şaredariya me desteser bikin,, bi zeptûreptê dikarin avahiya me dagir bikin. Bi teknîka xwe dikarin destkeftiyên me derdest bikin, lê nikarin îradeya me teslîm wergirin. Ew li ber çavên gel xespker û dagirker in. Hêrs û nerazîbûna gelê me li dijî vê di merheleya herî dawî de ye. Em jî bi bertek in û bi gelê xwe re ne. Her çi dibe bila bibe, em ê bi gelê xwe re yek bin.”