Hunermendên Elewî ji bo TV 10’ê gotin: Em radest nebin!
Hunermendên Elewî, girtina TV 10 şermezar kirin, ji bo ku careke dî vebe dest bi kampanyayê kirin. Hunermendan banga berxwedanê kirin.
Hunermendên Elewî, girtina TV 10 şermezar kirin, ji bo ku careke dî vebe dest bi kampanyayê kirin. Hunermendan banga berxwedanê kirin.
Ji bo girtina TV 10 hunermendên Elewî li mala Cemê ya Okmeydanî hatin cem hev û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di civînê de Huseyin Turan, Berrîn Surarî û Metîn Karataş jî di nav de gelek hunermendên Elewî hazir bûn.
Bernamekarê TV 10 Huseyîn Kellecî diyar kir qenal bi pariyên Elewiyan vebûye û bal kişande ser rola hunermendên ku ji bo hevgiriyê hatine cem hev.
‘KU HUNERMEND BÊDENG BIBIN HER KES WÊ BÊDENG BIBE’
Hunermend Metîn Karataş jîg ot ji bo civakîbûna çand û hunerê rola radyo û televizyonan zêde heye û zexta li ser muxalîfan bi têkoşîna hevpar dikare bi dawî bibe. Karataş got divê eniya hunermendan were avakirin û got, ‘’Ku rewşenbîr û hunermend bêdeng bibin wê demê welat wê radest bibe’’
Berrîn Surarî jî got, ku hunermend bibin nefer wê demê li dijî zextan wê astengiyek were avakirin.
Huseyîn Turan got pir girîng e li dijî van zext û zordariyan hevgiriyeke hunermendan çêbibe û got, ‘’di vê kaosê de divê hilberîn jî raneweste’’
KAMPANYA
Di civînê ji bo televizyon vebe kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Hate gotin bi navbeykariya malên Cem mirov dikare xwe tevlî vê kampanyayê bike.