ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo şermezarkirina Eutelsatê li Kolnê kon tê vedan
Kurdistaniyên li eyaleta NRW a Elmanyayê dijîn, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo şermezarkirina Eutelsatê li Kolnê kon vedidin. -
Operasyona Mûsilê dest pê kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ragihand, operasyona ji bo paqijkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kiriye. -
Li Dersimê operasyon û bomberdûman
Piştî di saetên şevê de Geliyê Pîlemûriyê ji aliyê balafiran ve hate bomberdûman kirin û şûn de, artêşa Tirk li herêmê leşker bi cih kirin. -
Li Antalyayê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Antalyayê, operasyon û binçavkirinên duh ên hemwext li ser gelek malan hate pêk anîn, bi çalakiyekî rûniştinê protesto kirin. -
Li Mannheîm a Elmanya Aşûre hate dayin
Aktivîte bi deqeyek rêzirtinê destpê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Mannheîmê Gulê Kisacik axaftinek kir. -
Stêrk Tv îşev ji bo Şirnexê weşana taybet dike
Stêrk Tv îşev ji bo piştevaniya li gelê Şirnexê ku êrîşên qirkirinê bi ser wan de berdewam dikin, weşana taybet a ’’Kampanyaya Xûşk û Bira” dike. Desteya Weşanê bang kir da ku her kes tevlî kampanyayê bibe. -
Li Dûîsbûrgê ji bo şehîdan bîranîn
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsbûrgê, di kesayeta şehîdên Hesekê bernameyeke bîranînê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê hate lidarxistin. -
Li Stokholmê 12 gerîllayên YRK’ê hatin bîranîn
Bi pêşengtiya PJAK, 12 gerîllayên YRK ku bi awayek hovane û bi pilanên qirej ji hêla rejîma Îran û çeteyên li herêmê ve li devera Salas û Bawecanî ya girêayî Kirmaşanê hatin şehidxistin, li Stockholmê merasîmek hatin bîranîn. -
12 gerîlayên YRK’ê li Kolnê hatin bîranîn
Di 4’ê Cotmehê de, li herêma Selasî Bawecanî ya Dalaho ya girêdayî eyaleta Kirmanşahê 13 gerîlayên YRK’ê di encama îxanetekê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
12 gerîlayên YRK'ê li Stockholmê hatin bîranîn
12 gerîlayên YRK'ê yên bi komployekê şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. -
Malbata Şamoyev wê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bike
Malbat, dost û hevrêyên Serokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyê Mêrab Şamoyev, wê îro saet di 14:00 de li Mala Kurdan a li paytext Moskowayê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bikin. -
Peyama sersaxiyê ya KNK'ê ji bo malbata Şamoyev
KNK'ê, ji ber wefata endamê xwe Mêrab Şamoyev sersaxî ji malbata Şamoyev, civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd re xwest. -
Girtina televîzyonan li Lyonê hate şermezarkirin
Li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Lyon ê Fransayê, girtina Med Nûçe, Newroz TV û hemû qenalên çapemeniya azad û mûxalîf, hate şermezarkirin. -
Swêdê salon neda tetîkkêşên AKP'ê yên li nava medyayê
Panêla bi navê '15’ê Tîrmehê-Pişt perdeya darbeya bi xwîn' ku Yekîtiya Demokratên Tirk (EUTD), rêxistina lobiyê ya AKP’ê ya Ewropayê li Stockholmê dixwest duh pêk bîne, ji ber ku saziyên Swêdî destûr nedan ku salonê bi kar bînin hate betalkirin. -
Li Creîlê merasîma bîranînê
Li bajarê Creîl ê Fransayê, ji bo Ayşe Kaçar û Derya Karahan ên li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Eutelsat li Marsîlyayê jî hate şermezarkirin
Şîrketa Fransayê Eutelsat, ku bi fermana dewleta Tirk qenalên Med Nûçe û Newroz TV girt, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate şermezarkirin. -
Dîktator Erdogan û hevkarê wî Eutelsat li Kolnê hatin şermezarkirin
Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan û girtina qenalên radyo û televîzyonê ku Med Nûçe, ÎMC TV, TV 10 û Zarok TV jî di nav de ne, şermezar kirin. -
Artêşa Tirk êrîşî gundekî yê Efrînê kir
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên A-4 û doçkayan êrîşî gunêd Dêr Belûtê yê girêdayî navçeya Cindirês ê Kantona Efrînê kirin. -
Li Samsûrê artêşa Tirk daristan dan ber agir
Hat ragihandin li Samsûrê piştî ku şerê duh leşkerên ku derketin operasyonê li bejahiya gundê Akçaliyê agir berdan daristanê. -
Li Kopenhangê ji bo 12 gerîlayên YRK'ê bîranîn
Li bajarê Kopenhagê 12 Gêrîllayên YRK’ê ku heftaya derbasbûyî li Selase, Bateman yê li Rojhilatê Kurdistanê bi destê rêjîma Îslamîya Îranê hatîbûn şehîd kirin, li Komela Kurdî yê Kopenhagen'ê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Di encama teqîna mayîna çeteyan de welatiyê Kobanî birîndar bû
Di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê ya ku ji berê de bi cih kirûbû, cotkarek birîndar bû. -
Li Parîsê di aktivîteya aşûreyê de ji bo Şirnexê banga piştgiriyê
Li Parîsê di aktivîteya aşûreyê ya hate lidarxistin de, ji bo gelê Şirnexê yên ku êrîşên qirkirinê li ser hatin kirin banga piştgiriyê hate dayîn. -
Li Parîsê ji bo Med Nûçe û Newroz Tv çalakiya şermezakirinê
Li ser daxwaza Tirkiyê girtina televizoyên Kurd ên ji hêla Eutelsatê ve li Parîsê hate şermezarkirin. -
KESK’ê qedexeya mîtîngê şermezar kir: Serkeftin wê ya kedkaran be!
KESK’ê qedexeya mîtînga Enqerê li Stenbolê şermezar kir. Di çalakiyê de nerazîbûn li dijî kirinê darbeyê yên AKP’ê hate nîşandan û hate xwestin Rewşa Awarte were rakirin, kedkarên ku ji kar hatin kirin biçin ser karê xwe. -
Ji bo TV 10 her şemî çalakî
Saziyên Elewî li Meydana Galatasarayê li hev civiyan û ji bo piştgiriya li TV 10 çalakî li dar xistin.