Heyetek ji DBP'ê bi Seroka Parlamenta Katalonya re rûnişt

Heyetek ji DBP'ê li Katalonyayê bi Seroka Parlamentê Llûîs re rûnişt.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramazan Tûnç û Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan bi Seroka Parlamenta Katalonyayê Carme Forcadellî Llûîs re rûniştin.

Hevdîtin li Parlamenta Katalonyayê pêk hat. Bakirhan têkildarî hevdîtinê axivî û diyar kir, ew têkoşîna gelê Katalonyayê girîng dibînin û piştgiriyê didin mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Katalonyayê.

'EM BÊHTIR PIŞTGIRIYA HEV BIKIN'

Tûnç jî işaret bi girîngiya piştgiriya gelan kir û got, "Ji bo em hê bêhtir piştgiriya hev bikin, divê têkilî were xurtkirin. Girîngiya têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn, ku li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê dimeşînin, tê dîtin. Pêwîstiya têkoşîna aştî û demokrasiyê bi desteka her kesî heye."

Heyeta HDP'ê bi komên din ên li parlamentê re hevdîtinan dike.