Li dijî faşîzma Eûtelsat-AKP’ê nerazîbûnên navneteweyî
EFJ’ê, girtina televîzyonên Kurdan a bi hevkariya dewleta Tirk û EÛTELSAT’ê pêk hat, şermezar kir.
EFJ’ê, girtina televîzyonên Kurdan a bi hevkariya dewleta Tirk û EÛTELSAT’ê pêk hat, şermezar kir.
Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ), qutkirina weşanên televîzyonên Med Nûçe TV, Newroz, Ronahî û Stêrkê bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir.
Di civîna çapemeniyê de ku li Press Clup Brussels a li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, rêveber û xebatkarên televîzyonan, ji Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Anthony Bellanger û gelek dezgehên navneteweyî amade bûn.
Rojnamevan- Nivîskar Fusûn Erdogan, Edîtorê Med Nûçe TV û ji nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê ya hatî girtin Bakî Gul û her wiha ji xebatkarên Ozgur Gundemê Bayram Balci jî tevlî civînê bûn.
Moderatortiya civîna çapemeniyê jî Nûnerê Federasyona Rojnamevanên Ewropa Mehmet Koksal kir.
Koksal bal kişand ser rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê, ji bo axaftina destpêkê Ji Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Bellangerî dawetî kursiyê kir.
BALLANGER: REWŞA TIRKIYÊ MIROV DITIRSÎNE
Ballanger bi vegotina lêhûrbûna ziyareta xwe ya hefteya borî ya Tirkiyê dest bi axaftina xwe kir. Ballanger diyar kir azadiya çapemeniyê îro li gelek welatan tê binpêkirin lê li Tirkiyê bi awayekî kêfî girtina nûçegihanan û saziyên weşanan mirov ditirsîne. Ballanger got, ‘’Tê gotin lîsteyeke nûçeginan hatiye çêkirin ku Erdogan dixwaze wan bipirnisîne.’’
Ballanger diyar kir li Edene û Stenbolê gelek nûçegihan bi awayekî nehiqûqî hatine girtin û ji bo hevgiriya bi wan re kampanyaya îmzeyan berdewam dike.
‘LI GORÎ BERJWENDIYÊN EKONOMÎK Û POÎTÎK TEV GERIYAN’
Ballangeer diyar kir saziyên mafên mirovan ên Ewropayê têkildarî zext û zordariyên li ser çapemeniyê pê re axivîne. Ballanger girtina Med Nûçe, Newroz, Stêrkê ku li Ewropa weşanê dikin weke helwesteke li gorî berjewendiyên aborî û polîtîk nîşan da û xwest ku Fransa li dijî Eutelsatê ku bi AKP’ê re di nav tifaqê de ye bibe xweyî helwest. Di civînê de wêneyên Med Nûçe yên ji qadên xwerêveberiyê jî hatin nîşandan.
GUL: HIQÛQA EWROPA HATE BINPÊKIRIN
Edîtorê Med Nûçeyê Bakî Gul got, Eutelsat hiqûqa Ewropa binpê kiriye û bûye hevkarê polîtîkayên çewisîner ê Serokkomarê Tirk Erdogan. Gul diyar kir saziyên lîsansê divê pêşî hişyariyekê li wan bike lê tiştekî wiha jî ji wan re nehatiye û got, ‘’Ji aliyê me ve doza ku rêveberî were rawestandin hatiye vekirin, bêyî ku li benda biryara hiqûqî were sekinandin, balkêş e ku Eutelsat weşand da rawestandin. RTUK’ê 17’ê Gulanê ji Eutelsatê re belgeyek şandiye. Ji Norwêç, Swêd û Belçîkayê jî hatiye xwestin ku weşan werin rawestandin. Vê weke têkoşîneke dijî darbeyê nîşan didin lê ne wiha ye. Ji ber ku belgeya ku hatin şandin beriya darbeyê ye, 17’ê Gulanê ye.’’
HELWESTA NORWÊÇÊ
Gul got Norweçê ji RTUK’ê re gotiye, ‘’Ne pêkan e ku em weke Tirkiyê bikin, dijî hiqûqê ye’’
Gul diyar kir, ‘’Qirkirina sala 1914-1915’an a li ser Ermenan niha li ser Kurdan dikin’’ û diyar kir ,’’Şirnex, Nisêbîn hê dorpêç li ser heye. Çapemeniya Kurd dixwazin rawestînin da ku polîtîkaya qirkirinê bikin.’’
Nûçegihan Bakî Gul diyar kir Eutelsal zemînê çêdike ku dewleta Tirk û DAIŞ komkujiyan bikin û bang kir ku nûçegihan hev bigirin.
EGER EM NAXWAZIN RASTÎ BÊNE QETILKIRIN DIVÊ EM DENGÊ XWE RAKIN
Rojnamevan Fusûn Erdogan jî got; “Rojnamevantî pîşeyek bi rîsk e. Di şer de bi bêdengkirina rojnamevanan ve rastiyan bêdeng dikin. Mohrkirina deriyê rojnameyekê tê wateya qetilkirin. Salên 90’î para me mirin bû, niha jî bêyî delîlan girtine. Digirin û sûcekî davên ser me û dibêjin ka were îspat bike ku bê tu terorîst î an ne. Dadgehên wan hiqûq nehiştiye.”
Erdogan li dijî şîrketa satalaytê EÛTELSAT’ê nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha axivî; “Eger em naxwazin rastî bêne qetilkirin divê em dengê xwe rakin.”
EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN
Di civîna çapemeniyê de li ser zextên li dijî DÎHA, JINHA û Ozgur Gundemê jî hate rawestandin, rojnamevan Bayram Balci ku bi xwe bûye şahidên zextan, binpêkirinên mafan ên ku Ozgur Gundem a ku sala 1992’yan hate damezirandin hevrû bûye vegot. Banga mezinkirina piştevaniyê li kedkarên çapemeniyê kir.