Komîteya Kurdistanê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir Qesr û hikûmeta AKP'ê ya faşîst bi polîtîkayên xwe yên dagirker, înkarkir û mezhebî li Rojhilata Navîn dibe sedema krîzên giran û li Kurdistanê jî bi polîtîkayên xwe yên komkuj ên bi ser gelan de, bi qirkirin û înkarkirinê, bi ragihandina Rewşa Awarte şerekî eşkere dike. Komîteyê di daxuyaniya xwe de got, "Bi êrîşên ku hemû heqên însanî û demokratîk ji holê rakirin, bi hezaran siyasemedarên welatparêz hatin girtin, bi deh hezaran kedkar ji kar hatin kirin û dest li ser şaredariya danîn. Ji bo polîtîkaya xwe ya şerê qirêj û darbeyê veşêrin bi dehan saziyên çapemiyê girtin. A herî girîng jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kirin û didomînin.
Qesra faşîst û hikûmeta AKP’ê ya faşîst di ser de Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn talokeyeke pir mezin e. Ji bo desthilatdariya xwe domdar bike di serî de DAIŞ bi hemû hêzên paşverû yên faşîst re dikeve nav hevkariyekê."
TŞYG’ê bi berdewamî wiha got:
"Divê hemû gelê me vê baş bizanibe, weke ku di dîrokê de xuyanî bûye rejîmên faşîst bi domdirêjî nekarîna serweriya xwe bidomînin, dawiya wan bûye barabat. Li her alî dixwazin krîza ava bikin û wiha temenê xwe dirêj bikin. Êrîşên wan ji tirsa wan e. Tirsa wan wê were serê wan. Desthilatdariya faşîst a AKP’ê wê hesabê komkujiyên xwe yên li Kurdistanê bi giranî bide.
Her wiha em dengê xwe li wan hêzan dikin ku li pişt dewleta AKP’ê ya faşîst disekinin. Îxaneta herî mezin e ku mirov li pişt vê hêzê dijminê gelê me be. Hêncetên îxanetê nîn in. Hesab wê were pirsîn.
Divê hemû dost û dijmin baş bizanibin gelê Kurd di mêjûyê de qet dev ji helwesta xwe ya rûmetdar bernedaye. Ji niha û şûn de jî nasnameya xwe, hebûn û azadiya xwe wê bi rûmetî biparêze.
Em weke TŞYG’ê bang li gelê xwe dikin ku di her qadê de li ber xwe bidin û xwe bi rêk û pêk bikin. Azadiya gelê xwe bi hevgiriya şoreşger û rihê serfiraziyê li her qadê em ê li dijî hêzên faşîst bidomînin.
Serfirazî wê ya gelê me yê berxwedêr be."