Hetîketiyên AKP’ê naqedin: Şêwirmend karîkatura li Konseya Ewropayê çirandiye

Hikûmeta AKP’ê ya ku li Tirkiyeyê dawî li sepanînên wê yên dîktatoryal nayê, vê carê dest davêje Ewropayê.

Şêwirmendê wekîlekî AKP’ê li pêşandanek Konseya Ewropayê karîkaturek parçe parçe kir, hate ragihandin ku delegasyona Tirk a hewl daye nerazîbûnan beralî bike jî ji neçarî lêborîn xwestiye.

Li gor agahiyên ku rayedarên Konseya Ewropayê, bûyer roja Çarşemê dema  Civîna Parlamenteran rû daye. Kesekî ku gotiye şêwirmendê wekîlekî AKP’ê ye, dest avêt nîgara bi tarzê patchwork hatiye çêkirin ku aîdî Norbert Francîs Attard bû û taswîra Hz. Mûhammed dikir û texrîb kiriye.

Hate diyarkirin ku ev kesa bi pênûsê bermahiya li ‘Lobby de l’hémicycle’ ya li Konseya Ewropayê kun kiriye û ji cihê wê derxistiye. Hate destnîşankirin ku dema bûyerê gelek rayedarên Konseya Ewropayê, parlamenter, wezîfedarên ewlehiyê û mêvan li wî cihî bûn.

DELEGASYONA TIRK NEÇAR MA LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Dema vê bûyera ku bêtehamuliya AKP’ê di korîdorên Konseya Ewropayê de xwe da der, dihat zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî li heman avahiyê pêşandaneke têkîldarî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê vedikir.

Hate destnîşankirin ku piştî bûyerê Serokê Civîna Parlamenteran a Konseya Ewropayê Pedro Agramûnt, serokê delegasyona Tirk dîtiye. Serokê Delegasyonê Talîp Kuçukcanê AKP’î ji Argamûnt lêborîn xwestiye û şêwirmendê AKP’î hişyar kiriye.

Hate ragihandin ku Konseya Ewropayê ji bo ser bûyerê bigire, hunermendê Maltayî yê ku xwediyê berhemê bû, dawetî Strasboûrgê kirine.