Li Swêdê li dijî girtina Med Nûçe û Newroz TV nerazîbûn zêde dibin
Li Swêdê li dijî girtina Med Nûçe TV û Newroz TV a ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşan dikir, her ku diçe nerazîbûn zêde dibin. Berdevkên Polîtîkayên Deve yên Partiya Çep û Partiya Lîberal bi daxuyaniyên çapemeniyê ve girtina Newroz TV şermezar kirin.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 15 kewçêrê 2016, 10:02
Medyaya Swêdê cihekî mezin ji bo êrîşên li dijî azadiya îfade û fikrînê ya li Tirkiyeyê, ji bilî Ozgur Gundemê girtina zêdetirî 20 radyo û qenalên televîzyonê û her wiha girtina qenalên Kurd ên Med Nûçe û Newroz TV ku ji Ewropayê weşan dikin, veqetandibû.
Ajansa Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêdê jî ji raya giştî re ragihandibû ku di encama zextên dewleta Tirk de şîrketa EÛTELSAT’ê weşanên Med Nûçe û Newroz TV girtin.
OHLSSON: LI TIRKIYEYÊ ÊRÎŞ LI DIJÎ AZADIYA ÎFADEYÊ HEYE
Nûnerê Polîtîkayên Derve ya Partiya Lîberal Birgitta Ohlsson ji ber girtina televîzyonên Kurd bertekên tund nîşan da û got; “Li Tirkiyeyê di serektiya Erdogan de em dibînin ku li ser azadiya çapemenî û îfadeyê êrîş heye. Gelekî nexweş e ku niha jî êrîşên li dijî medyaya azad li derveyî welêt dewam dikin.”
Ohlsson bang li Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom kir ku bila bang li Sefîrê Tirk ê li Swêdê bike û daxwaza protestokirina van bûyeran bixwaze.
Nûnerê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Hans Lînde ku roja Pênçşemê bi pêşnûmeyeke nivîskî binpêkirinên azadiyên çapemenî û îfadeyê, girtina radyo û qenalên televîzyonên li Tirkiyeyê xist rojevê, got bi pirsgirêk e ku welatekî mîna Tirkiyeyê biyanî biryara weşanên televîzyonên li Swêdê bidin.
LINDE: PÊWÎST E SWÊDÊ BI AWAYEKÎ EŞKERE DESTNÎŞAN BIKE KU VAN BÛYERAN QEBÛL NAKE
Lînde, îfade kir ku ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwestine ku bang li Sefîrê Tirk bike û jê re bêje ku wê Swêdê van bûyeran qebûl neke û li Swêdê azadiya îfadeyê biparêzin.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom û Wezîra Çand û Demokrasiyê Alîce Bah Kuhnke jî ji pirsên rojnamevanan ên têkîldarî mijarê reviyan.
Birgitta Ohlsson, ji ber her du wezîran jî têkîldarî mijarê daxuyanî nedan, nerazîbûnên xwe bi gotinên, “Divê gava yekem ew bû ku sefîr ji bo meqamê xwe bixwesta. Welat di azadiya îfadeyê de berevajî diçe. Bi temamî aliyê şaş e. Pir ecêb e ku wezîrên Karên Derve û Demokrasiyê têkîldarî mijarê şîrove nekirin” nerazîbûnên xwe anî ziman.
SVENSKA DAGBLADET: 131 DEZGEHÊN MEDYAYÊ HATIN GIRTIN
Di nûçeya rojnameya Svenska Dagbladet de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê 21 stasyonên radyoyê, 16 qenalên televîzyonê, 45 rojname, 15 kovar û 29 weşanxane, bi giştî 131 dezgehên medyaya Kurd û Tirk di carekê de hatin girtin.
BATTE: BÊYÎ FIKAR EM DIXWAZIN WEŞANA AZAD BIKIN
Xebatkarê Newroz TV Rojnamevan Îhsan Batte der bir ku weşanên xwe li ser înternetê didomînin, weşana wan a televîzyonê li hin deverên Tirkiye û Kurdistana Îranê tê temaşekirin, lê Îran ji bo weşana wan asteng bike gelek pere xerc kiriye.
Batte got bêyî fikar dixwazin weşana azad bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Welatên din bi pêlên penaberan re mijûl in, Tirkiye mudaxele dike. Min hêvî dikir ku Swêd bertekên hê xurttir nîşan bida.”