BI DÎMEN

Li ser rêka Reqayê YPG’iyekî Îngilîsî

Jack Hollmes dibêje “Armanca min azadkirina tevahî gelên Sûriye û cîhanê ye”, bi navê Şoreş Amanos ve jî di nav refên YPG’ê de tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûye…

Pêngava Rizgarkirina Reqayê tevahî rengê gelên Sûriyeyê yên mîna Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî di nav xwe de dihewîne. Pêngav tam mozaîkek gelan e. Şervan li rex hev, mil bi mil in û ji bo rizgariya gelên Reqayê berê xwe dane başûr.

Mirovên din ên ji deverên din ên cîhanê jî di vê meşa azadiyê de cihê xwe digrin. Jack Hollmes ji Îngilîstanê ket rê û zêdetirî salekê ye jî di nav refên YPG’ê de cih digre. Niha bi nasnav Şoreş Amanos e.

Jack Hollmes (Şoreş), destpêkê bi zimanê Îngilîzî, piştre jî bi zimanê Kurdî behsa hemleyên ku li dijî DAÎŞ’ê tevlîbûyî dike. Di demek kurt de Kurdiya xwe gelekî pêş xistiye. Bi şervanên Kurd re bi Kurdî sohbetan pêş dixe.

‘TEQEZ WÊ AZAD BIBE!’

Hollmes dibêje “Ez naxwazim gelên li vir di tarîtiyê de bimînin” û wiha lê zêde dike; “Ne tenê yên li vir, dixwazim tevahî gelên cîhanê azad bijîn.”

Hollmes ê di pêngava Reqayê de li refên herî pêş cihê xwe digre, diyar dike ku “Ji ber ez li vir im serbilind im. Teqez wê gelê Reqayê azad bibe. DAÎŞ wê ji van xakan bê avêtin. Careke din jî wê zerarê ne bide gelê herêmê ne jî cîhanê.”