Li Stenbolê 11 komale hatin mohrkirin

Di çarçoveya biryara girtinê ya Wezareta Karên Hundir de heta niha li Stenbolê 11, li Bûrsayê jî komaleyek hatine mohrkirin.

Piştî ku Wezareta Karên Hundir bi biryarnameya Rewşa Awarte der heqê 370 komaleyan biryara girtinê da, komale yek bi yek têne girtin. Li Stenbolê jî bi ser dehan komaleyan hatin girtin û deriyê wan hatin mohrkirin.

Di nav komaleyên mohrkirî de Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), GOÇ-DER û komaleyên jinan jî hene. Li gelek cihên ku avêtin ser avahiyan jî derî hatin şikandin û poster û wêneyên li ser dîwaran hatin parçekirin.

Li Stenbolê komaleyên ku ji duh êvarî ve hatin girtin ev in;

Ozgurlukçu Hukukçular Dernegî (OHD), Kadikoy Bariş Dernegî, TAYAD, GOÇ-DER, İkîtellî Ozgurlukler Dernegî, Seyrî Mesel Sanat Atolyesî, TUAD, Gokkuşagi Kadin Dernegî, Sarigazî Halklar Dernegî, Demokratîk Halklar Dernegî, Med Kultur Merkezî.

Li Bûrsayê jî deriyê Komaleya Panayir Kadin Dayanişma hat mohrkirin.