Ji bo rojnamevan û nivîskarên girtî li Fuara Pirtûkan a Stenbolê meşa bêdeng

Endamên Sendîkaya Basin-Îş, ji bo balê bikşînin li ser rojnamevan û nivîskarên girtî, li Fuara Pirtûkan a Stenbolê meşa bêdeng li dar xistin.

Endamên Sendîkaya Basin-Îş a girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), ji bo balê bikşînin li ser rojnamevan û nivîskarên girtî, li 35’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya li Stenbolê meşa bêdeng li dar xistin. Endamên sendîkayê dowîz rakirin û li salona pirtûkan bi awayekî bêdeng meşiyan.

Piştre li ber Pirtûkên Cûmhûriyetê Serokê Giştî yê Basin-Îş Farûk Eren axivî, bi bîr xist ku tevî Nivîskar Asli Erdogan, Ahmet Altan, Şahîn Erdogan, Necmiye Alpay zêdetirî 100 rojnamevan û nivîskarên girtî hene û daxwaza berdena wan kir.

Piştî ku li standa Emeklî-Sen a DÎSK’ê wêneyekî komî hate kişandin, çalakî hat bidawîkirin.

 

...