Tîmtîk a ÇHD'î: Em ê biryarê nas nekin; li ber xwe bidin!

Endama Lijneya Rêveber a ÇHD'ê Ebru Tîmtîk têkîldarî biryara girtina komeleya wan diyar kir ku ew ê biryarê nas nekin, li ber xwe bidin, li hemû derên ku binpêkirinên mafan hebe wê xebatên xwe bidomînin.

Endama Lijneya Rêveber a ÇHD'ê Ebru Tîmtîk têkîldarî biryara girtina komeleya wan diyar kir ku ew ê biryarê nas nekin, li ber xwe bidin, li hemû derên ku binpêkirinên mafan hebe wê xebatên xwe bidomînin. Tîmtîk got ku gelên Tirkiyeyê  êdî gelên ku di salên 80'an de li dijî wan darbe pêk hatiye nîne.

Buroya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê jî  bi hinceta rêveberiya awerte (OHAL) bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK)   hat girtin.

Endama Lijneya Rêveber a ÇHD'ê parêzer Ebru Tîmtîk biryar ji ANF'ê  nirxand û diyar kir ku wekî parêzerên ÇHD'î wê biryara nehiqûqî nas nekin.  Tîmtîk got ku deriyê ÇHD'ê di dilê gel de her tim vekiriyê û li her derên ku binpêkirinên mafan hebe wê xebatên xwe bidomînin.

'DEMA HATIN WÊ BIBÎNIN JÎ!'

Tîmtîk destnîşan kir ku buraya wan a Enqereyê bêyî ku ji wan re bê ragihandin hatiye mohrkirin. Tîmtîk bilêv kir ku biryara girtinê hem  nehiqûqî hem jî îdarî ye ew ê wekî parêzerên ÇHD'ê vî biryarê nas nekin û  gotina "ger ku hatine wan hebe wê bibînin jî" kir û wiha got: "Çawa me heta niha li dijî faşîzmê serê xwe netewand em ê dîsa serê xwe netewînin."

Tîmtîk got ku li Tirkiyeyê daraz hatiye fesihkirin û wiha berdewam kir: "Ya ku hiqûqê diparêze û ji faşîzma AKP'ê re dibêje faşîzm tenê em name.  Ji ber vê yekê ÇHD kirin hedef. Lê bila baş bizanibin ku ew ê li ber xwe kesekî ku serê xwe li ber wan bitewîne nebînin." Tîmtîk got ku girtina 370 komeleyan bi hev re nîşaneya dîktatoriya li Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê dîktatoriyek heye, dîktatoriya sermayeya tirk heye. Fikara ketina nava şerê li Rojhilata Navîn heye û hikûmeta AKP'ê vî fikarê li dijî gel bi van pêkanînên faşîzan ve derdixe."

'EM LI GORÎ DARBEYÊN DEMÊN BORÎ BIRÊXISTINKIRÎ NE'

Tîmtîk diyar kir ku gelên Tirkiyeyê êrî gelên ku li dijî wan di 1980'an de darbe pêk hatiye nîne û wiha got: "Tu tişt wê wekî wê demê nebe. Ji ber ku em îro bêhtir bi rêxistinkirine û em ê li ber xwe  bidin. Em ê mafên xwe teslîmî wan nekin."

Tîmtîk da zanîn ku ji ber ku li welat hiqûq tuneye ew ê li dijî biryara girtinê di warî hiqûqî de tiştekî nekin, mafên xwe yên herî rewa yê berxwedanê bi kar bînin.

 Tîmtîk got ku deriyê wan her tim di dilê gel de vekirî be û li hemû derên ku binpêkirinên mafan hebe xebatên xwe bidomînin.