Yuksekdag: Jin wê bi ser bikevin!

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag mesajek ji Desteya Giştî ya Jinan a HDK’ê re şand û got, ‘’Dema ku em bi jinî li ber xwe didin em ê qet dev ji kenê xwe ya jinane û hevgiriya jinane bernedin.’’

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) îro li Enqerê Desteya Giştî ya 7. a HDK’ê pêk tîne. Hevseroka HDP’ê Yuksekdag peyamek şande Desteya Giştî ku li Navende Tum Bel Sen’ê pêk tê.

Yuksekdag di peyama xwe vîn û berxwedana jinê pîroz kir û got ,’’Diyar e bê ka ‘Tirkiyeya Nû’ ya Qesrê çi ye: dîktatoriya nû! Lê ji bo vê divê pêşî vîna jinan û berxwedana wan bişkîne. Vê baş dizanin. Em jin em ê destûra vê nedin. Jin hêza Jiyana Nû û avakirina wê ye. Em vê hêzê li her deverê, li kuçe, febrîka, girtîgehê, li meclîsê dafirînin û em ê bafirînin. Dema ku me bi jinî li ber xwe da em ê qet dev ji kenîna xwe ya jinane û hevgiriya jinane bernedin. Jin wê bi ser bikevin.’’

KONCA: NIKARIN ME ASTENG BIKIN

Hevseroka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgit û Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê Besîme Konca axaftinek kirin. Konca got, ‘’Îro tevahiya rojê dîroka resene a jinê heye, têkoşîna jinê nû dest pê nekiriye. Em di dîrokê de hebûn, niha jî hene û em ê siberojê jî hebin. Dikarin deriyên saziyên jinan mohr bikin. Em jin li kuçu ne, têkoşîn in, meydan in, civak in. Nikarin qufleyê li me bixin.’’