Tûglûk: Em ê heta dawiyê piştîgiriyê bidin komeleyan
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tûglûk, girtina komeleyan şermezar kir û got: “Wê piştgiriya me ya bi komeleyan re dewam bike, ev gel îxlalên mafan qebûl nakin.”
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tûglûk, girtina komeleyan şermezar kir û got: “Wê piştgiriya me ya bi komeleyan re dewam bike, ev gel îxlalên mafan qebûl nakin.”
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP) Aysel Tûglû, têkildarî darberaya AKP/Qesrê ya di çarçoveya girtina komeleyan de daxuyaniyek nivîskî da.
Aysel Tûglûk wiha anî ziman: “Rejîma AKP-Erdogan fersend ji Rewşa Awarte girt û mafê sazî û komeleyan ên gerdûnî cardin bi ling kir û bêhiqûqî gihand asta herî bilind.”
‘DESTHILAT DI NAVA WINDAKIRINEKÎ MEZIN DE YE’
“Di çarçoveya Rewşa Awarte de bi biryarnameya Rewşa Awarte ya bi madeya 11. a ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve xebatên 370 komeleyan hatin rawestandin û avahiyê wan hatin valekirin.
Piştî êrîşên siyasî û rêveberên siyaseta demokratîk hatin tesfiyekirin û şûn de niha jî komeleyên ku di nav de xebatên girîng ji bo jin,zarok, hiqûq, girtîgeh, alimên ayînî û xebatên çandî bi rêve dibirin û saziyên civaka sivî hatin girtin û deriyên wan tên mohrkirin.
Rejîma Erdogan-AKP’ê mafê gerdûnî û demokrasî yê mirovan yek bi yek tê binpêkirin. Ev vê biryarê şermezar û lenet dikim.”
‘EM QEBÛL NAKIN’
Aysel Tûglûk a HDP’yî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Wê piştgiriya me ya bi komle û dezgehên civaka sivîl kû parêzvanên mafê mirova û xebatên civakî dimeşînin heta dawiyê berdewam bike. Em van îxlalên mafan qebûl nakin.”