Girtina komeleyan li Dîlokê hate şermezarkirin
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Dîlokê girtina komeleyan şermezar kir
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Dîlokê girtina komeleyan şermezar kir
Rêxistina HDP’ê ya Bajêrê Dîlokê girtina komeleyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Çalakî li ber bînahiya navçeyê ya Şahînbey a DBP’ê hate çêkirin û pankarta ‘ji siyaseta demokratîk re azadî’’ hate bekirin.
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Perîhan Agaoglu got, Tirkiye di bin gotina ‘’parvenebûna welêt de’’ Kurdan qir dike.
Perîhan têkildararî girtina KJA’yê got, ‘’KJA dikare were girtin lê di nav KJA’yê de bi hezaran hevalên me yên jin hene ku têdikoşin. Ev nayê wê wateyê ku em ê dawî li têkoşîna xwe bînin.’’
Piştre wekîlê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul axivî û got, ‘’Di dîroka me de qet nehatiye dîtin ku em serê xwe ji were berjêr bikin. Me gotibû ‘’em ê te nekin serok’’. Niha em dîsa dibêjin, ‘’em ê te nekin dîktator’’. Heta ku yek HDP’yiyek hebe em te nakin dîktator’’