Mîtînga Kolnê bi tevlêbûna bi deh hezaran berdewam dike
Bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Kolnê bûn ku bi dirûşma ‘’Em ji bo demokrasî, aştî û azadiyê hevgiriya bi HDP’ê re geş bikin’’ pêk hat.
Bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Kolnê bûn ku bi dirûşma ‘’Em ji bo demokrasî, aştî û azadiyê hevgiriya bi HDP’ê re geş bikin’’ pêk hat.
Bi tevlêbûna Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Serokê Sendîkaya Çepemeniya Elman Frank Uberal û gelek siyasetmedaran li Deutzer Werftê mîtîngek bi mebesta hevgiriya HDP’ê pêk tê.
Mîtîng ji hêla AABF’ê ye ve hatiye organîzekirin û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) û Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk destekê didine mîtîngê. Di mîtîngê de pankarta ‘’li dijî faşîzmê em ê mil bi mil bin’’ hate vekirin.
Di mîtîngê de hêrseke mezin heye û dirûşmên weke ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Demîrtaş gel e gel li vir e’’, ‘’Gel di serhildanê de ye’’ têne berzkirin.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Tê payin ku Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle biaxive.