Ji Gundem Çocuk daxuyaniya pêşî: Hûn dikarin deriyan mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin!

Komeleya Gundem Çocuk ku ji hêla Wezareya Karê Hundir ve deriyê wê hate mohrkirin, got, ‘’Hûn dikarin deriyê me mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin. Ji bo dinyayeke baştirîn ji bo zarokan em ê xebatên xwe bidomînin.’’

Di nav 370 komeleyî de ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve biryara girtina wan hatibû dayin Komeleya Gundem Çocuk jî hebû, piştî biryarê deriyê komeleyê ji hêla Maseya Komeleyan a girêdayî Walitiya Enqerê ve hate girtin.

Daxuyaniya pêşî ya ku ji komeleyê hatî wiha ye: ‘’ Hûn dikarin deriyan mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin!’’

Komeleya ku ji 2005’an ve xebatên xwe dike têkoşîna xwe dispêrê Peymana Heqê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Komele bi slogana ‘’ji bo zarokan dinyayeke baştir’ tevdigere, di nav komeleyê de gelek pêşvebirê zarokan, pisporê xizmetê, sosyolog, psîkolog, hiqûqnas, perwerdeker, mîmar û akademîsyan bi dildarî xebatan dikin.

Rapor û xebatên ku komeleyê heta niha kirine ev in:

Akademiya Mafê Zarokan

Li Tirkiyê Rapora Mafê Jiyanê ya zarokan

Li Tirkiyê Rapora Cihêkariya li ser zarokan

Projeya Dawîlêanîna Mêtina Bazirganî û Zayendî ya li ser zarokan

Li Dibistanan Projeya Ewlekariyê ya Fizîkî

Ji bo zarokan akademiya nivîsê

Kêm 18 rojnameya zarokan

Xebata Klînîka Hiqûqê ya têkildarî îstîrmarkirina zarokan

Şopandina dozên îstîsmara zayendî ku zarok bûne mexdûr

Şopandina doza kuştina Lutfullah Tacîk

Xizmeta Şêwirmendiyê ya ji bo zarok û malbatên wan ên ku mexdûr bûne

...