Li Cindirêsê Leyla Ozo û Salih Efrîn hatin oxirkirin

Cenazeyên yekemîn şehîda refên HPC – Jin Leyla Ozo û şervanê Cebhet El-Ekrad Salih Efrîn li şehîdgeha Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefra yê li navçeya Cindirêsê hatin oxirkirin.

Cenazeyên yekemîn şehîda refên HPC – Jin Leyla Ozo û şervanê Cebhet El-Ekrad Salih Efrîn li şehîdgeha Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefra yê li navçeya Cindirêsê hatin oxirkirin.

 Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê û navçeyên wê Cenazeyên yekemîn şehîda refên HPC-Jin Leyle Ozo ku di dema bi karê xwe yê rêxistinkirina şêniyên gundê Merwaniyê radibû, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest da û endamê Cebhet El-Ekrad Umran Ehmed (Salih Efrîn) ku di berxwedana Şehbayê de jiyana xwe jidest dabû, li şehîdgeha Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê oxir kirin.

konvoya oxirkirinê ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn ket rêya navçeya Cindirêsê. Li riya ketina navçeyê bi sedan şêniyên Cindirêsê di pêşwaziya karwan de rawestiyabûn û ew jî tevlî karwanê oxirkirinê bûn.

 Li şehîdgeha Şehîd Seydo merasîma oxirkirina pakrewanan hat lidarxistin. Endamê HPC’ê li vir merasîmekî leşkerî li dar xistin. Paşê Endama Rêveberiya HPC-Jin Roza Hesen, Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Bekelro û Seroka Desteya Jin Fatima Lekto axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên herdu têkoşeran re xwestin û gotin ku ew ê li hember hemû aliyên ku êrîşî axa wan dikin xwedî bersiv û helwestek berxwedêr bin. Axaftvanan soz dan ku ew ê riya herdu têkoşeran bişopînin.

Paşê bavê têkoşer Salih Efrîn, Feyrûz Ehmed axivî û berxwedana hemû şervanên ku di oxira rizgarkirina vê xakê de jiyana xwe jidest dabûn silav kirin û hemû şehîdên vê doze bibîr anîn. Ehemed got: “Em ê di vê oxirê de berxwedana xwe bidomînin û bêyî dudilî can û bedenên xwe feda bikin.”

 Paşê dayîka pakrewan Leyla, Hesne Bakîr axivî û got ku tu birayên Leylayê tune bûn û Leylayê erka xwedîkirina malbatê girtibû ser milê xwe. Hense Bakî destnîşan kir ku di xeyalên keça wê de her xwegihandina asta şehadetê hebû û got: “Vaye bi saya têkoşîna xwe şehadet bidest xist. Şehadeta Leylayê li wê û hevriyên wê yên têkoşer pîroz be.”

Piştî axaftinan, nasnameyên pakrewan Leyla Ozo û Salih Efrîn hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên têkoşeran di nav tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hatin oxirkirin.