DHF: Em ê parastina kozikên xwe yên şoreşê bidomînin

DHF ku deriyê wan hat mohrkirin daxuyaniya nivîskî dan û diyar kirin ku ew ê parastina kozikên xwe yên şoreşger bidomînin.

Di nava 370 komeleyên hatin girtin de Federasyona Mafên Demokratik (DHF) jî hat girtin û mohrkirin. DHF'ê têkildarî girtina xwe daxuyaniya nivîskî da û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin. DHF'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dîktatoriya Faşist bi barbarî û hovîtiya xwe êrîşên li dijî gelên me û rêxistinbûna saziyên gelên me yên demokratîk berdewam dike. Dîktatoriya Faşîst li dijî mafên me stratejiya şerê tevahî daye destpêkirin. Wekî berê wê niha jî nikaribin mafê gelan û têkoşîna gelan a azadiyê têk bibin. Têkoşîna mafê azadiyê qet wê têk neçe. "

‘EM Ê PARASTINA KOZIKÊN XWE BERDEWAM BIKIN’

DHF'ê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku polîs bi ser navendên wan de digirin û wiha got: "Gelê me bi can û xwîna xwe bedelên giran dane. Bi van bedelên giran kêl bi kêl saziyên xwe yên demokratîk ava kirine. Têkoşîna me ya mafdar û rewa wê berdewam bike. Tu êrîş û astengî wê nikaribin rê li pêş têkoşîna me bigirin. Tu êrîş wê nikaribe me ji têkoşîna me ya sosyalizmê dûr bixe. Sosyalîzm bi hezaran caran li dijî êrîşên genî û zilma faşîst a kapîtalîzmê bi ser ketiye. Wê niha jî bi têkoşîna xwe bi ser bikeve. Saziyên me yên şoreşger wê bi bi têkoşîna xwe ya demokratîk wê saziyên xwe yên demokratîk û kozikên xwe yên demokratîk û şoreşger biparêze. Ev êrîş wê ti carî nikaribin xebatên me û tekoşîna me asteng bike. Em bang li hemu kesî dikin ku bêtir li têkoşîn û doza şoreşger û demokratik xwedî derkevin."