Polîsan li dîwarê komaleya ku girtin, ‘Seloş’ nivîsîn

Di çarçoveya 370 komaleyan de ku Wezareta Karên Hundir biryara girtina wan dabû, DHF û Gazî Demokratîk Haklar Federasyonû jî hatin girtin. Polîs bi darê zorê ketin komaleyê, li dîwaran “Seloş” nivîsîn.

Piştî Wezareta Karên Hundir biryara girtina 370 komaleyan da, Demokratîk Haklar Federasyonû (DHF) û Gazî Demokratîk Haklar Federasyonû jî hatin girtin.

Polîsan bi ser her du saziyan girtin, tevahî pirtûk, kovar û hard dîskên komputeran ji cih derxistin û desteser kirin.

Polîsên Tirk wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane jî çirandin, li ser nivisîn û xêz kirin.

Her wiha balkêş bû ku polîsan li ser dîwaran “Seloş” jî nivîsîn.

Polîsan nivîsên “DHF” ên têketina avahiyê jî jêbirin, dest danîn ser alên komaleyê.

 

...