Polîs gef li Ozgurlukçu Demokrasiyê xwar

Polîsa pêşiya belavkarê rojnameya Ozgrlukçu Demokrasiyê Hasan Ceyhan girtin û bi gotina, ‘Vî karî neke, me îro tiştek bi te nekir lê careke din wê ne wiha be’’ gef lê xwarin.

Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hasan Ceyhan, dema ku sibehê li Bayrampaşayê belavkarî dikir polîsan rêya wî birîn û gef lê xwarin. Ceyhan diyar kir, polîsan çav li rojnameyê gerandine û piştre lê zîvîrî ne û jê re gotin, ‘’ji bo çi tu vî karî dike?’’ û bi berdewamî jê re gotine, ‘Vî karî neke, me îro tiştek bi te nekir lê careke dî wê ne wiha be’’ û gef lê xwarine û piştre esnafên ku wî rojname dida wan jî ji vê rewşê bibandor bûne û neçar maye ku karê xwe bide sekinandin. Ceyhan diyar kir xebata wî hatiye astengkirin û gelek esnafan jî bi gotinan ew tacîz kirine û got, ‘’Esnaf got, tu ev çi rojnameye tu belav dikî?’’ Min jî got, ‘’ez Ozgurlukçu Demokrasî ye’’ Wan jî got, ‘’Em azadiya we nas nakin’ û diyar kir ew bi rewşên wiha re hevrû dibin’’

‘’EM SERÊ XWE BERJÊR NAKIN’’

Ceyhan bi berdewamî diyar kir ku ew ê serê xwe ji zextan re berjêr nekin û got, ‘’salên 90’î belavkar dihatin qetilkirin niha jî heman hişmendî li ser kar e û got, ji bo ku em li pey heqîqetan in û gel rast agahdar dikin em dibine hedef. Li gel her cure zext û zordariyê jî em ê karê xwe bidomînin. Em xebatkarên çapemeniya azad in ku li dijî zilmê li ber xwe didin û çeka me ya herî xurt qelema me ye’’