Li Îskoçyayê dîsa Kurdistanî li qadan bû

Kurdistaniyên ku li paytext Edînbûrghê, faşîzma AKP’ê protestokirin, peyamên piştgiryê ji bo HDP’ê gelê Kurd û komeleyên hatin girtin dan.

Li paytexta Îskoçyayê Edînborgh, protestokirina faşîzma AKP/Qesrê dewam dike. Kurdistaniyên ku li welat dijîn, ji bo êrîş,zext û operasyonên qirkirina siyasî ya li ser gelê Kurd û bi taybet li ser HDP’ê protesto bikin li ser rêya herî qelebalix li pêşiya Galariya Prînces Steet Natîonal kom bûn.

Di çalakiyê de pankartên bi navîsên “Em rê nadin faşzîma Erdogan”, “Dawî li qirkirina siyasemedaran bînin” , “Vîna 20 milyon Kurd nas bike” û dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Em hemû HDP ne” hatin qîrkirin.

Di çalakiya ku peyamên piştgiriyê ji bo komeleyên hatin girtin hatin şandin de, banga têkoşîna hevpar mezin bikin hate dayîn.

Çalakî ji aliyê Nûnertiya PYD a Îkoçyayê, Komeleya Pîr Sûltan Ebdal a Edînbûrgh (PÎR-DER), Yekîtiya Malbatên Koçber ên Edînbûrgh, FEDA, Edînburgh Ûnîversîty Kurdîsh Socîety, Federasyona Elewiyên Îngilîstanê û Scottîsh Solîdarity Wîth Kurdistanê ve hate organîzekirin.

...