Qeyûmê ku agahî stand krîza dil pê re çêbû
Cumalî Atîlla ku weke qeyûm hatibû ser Şaredariya Amedê ya Mezin, piştî ku pê hesiya qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk jiyana xwe ji dest daye, krîza dil pê re çêbû û ew rakirina nexweşxaneyê.
Cumalî Atîlla ku weke qeyûm hatibû ser Şaredariya Amedê ya Mezin, piştî ku pê hesiya qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk jiyana xwe ji dest daye, krîza dil pê re çêbû û ew rakirina nexweşxaneyê.
Cumalî Atîlla ku weke qeyûm hatibû ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, duh sibehê li cihê ku lê dima krîza dil pê re çêbûye.
Piştî ku krîza dil pê re çêbûye parezvanên wî bang li ambûlansê kirine. Atîlla bi eşofmanên li ser wî li ambûlansê siwar kirin û rakirin Nexweşxaneya Fakuletaya Tibê ya Amedê. Atîlla heta berêvarî jî li nexweşxaneyê hate hiştin û berêvarkî ew ji nexweşxaneyê şandin.
Têkildarî krîza dil a Cumalî Atîlla yê qeyûm ew bû ku dema ku qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk ku di êrîşa bombeyî de li gel du polîsên parezvanên wî birîndar bibûn û li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû agahiya mirina wî hat, krîza dil bi Atîlla re çêbûye.