Li Îtalyayê ji bo gelê Kurd û HDP'ê çalakiyên piştevaniyê

Li ser bangawaziya Komîteyên Dostaniya Kurd û Buroya Enformasyonê, li 14 bajarên Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin.

Di 12'ê Mijdara ku roja hatina Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a Romayê de, êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin.

Kurd û dostên wan ên ji bo çalakiya li Pramayê li Qada Aşitiyê hatin gel hev, gotin ew ê berxwedana gelê Kurd li her derî vebêjin û biqîrin.

Di çalakiyan de, banga xurtkirina piştevaniya ji bo gelê Kurd û HDP'ê hat kirin.

Di çalakiyan de, dirûşmeyên wek "Ji bo Ocalan azadî", "Ji bo Kurdistanê azadî" hatin berzkirin.

KARGEHA ÇEKAN DIFIROŞE HAT ŞERMEZARKIRIN

Li Îtalyayê kargeha Agusta Westlanddi Benevento ya ku çekan difiroşe Tirkiyeyê hat dagirkirin.

Li herêma Campanîa ya Îtalyayê, kargeha Agusta Westlanddi Benevento ya ku çekan difiroşe ji aliyê Komîteya Dostaniyê ve bi mebesta şermezarkirinê hat dagirkirin.

Di çalakiyê de derbarê vê kargehê de wiha hat gotin: "Ev kargeh helîkopterên leşkerî difiroşe Tirkiyeyê."

Di çalakiyê de li dijî êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî muxalifan bi awayekî tund hat şermezarkirin û ji bo gelê Kurd banga piştevaniyê hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên wek "Ji bo Kurdistanê azadî" bi dawî bû.

...