Akademîsyen Gulmen dîsa hat binçavkirin

Akademîsyen Nûriye Gulmen a ji ber ji karê xwe hatibû kirin çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û hatibû binçavkirin û berdan, vê carê bi derbkirinê hat binçavkirin.

Akademîsyen Nûriye Gulmen a ji ber ji karê xwe yê li Zanîngeha Selçûkê hatibû kirin li Enqereyê çend roj berê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û hatibû binçavkirin û berdan, îro bi derbkirinê hat binçavkirin. Gulmen a hat Cadeya Yukselê, piştî demekê ji hêla polîsan hat binçavkirin.

Kesekî ku navê wî nehat zanîn û li cem Gulmen rûniştibû jî hat binçavkirin.

Dema polîsan bi derbkirinê Gulmen binçav kirin, gotin; “Tê bavêje hundir, dernexe.”