Ji bo nexweşê giran Aktaş serî li DMME’yê dan

Li gel ku du milê wî nîn in jî û li gel rapora Saziya Tiba Edlî ya ‘’nikare li girtîgehê bimîne’’ jî ji ber ku Ergîn Aktaş ji girtîgehê nayê berdan, parêzerên wî serî li DMME’yê dan û bi hin rêxistinên navneteweyî re ketin nav danûstandinan.

Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora ‘’nikare li girtîgehê bimîne’ têkildarî Ergîn Aktaş da û rewşa tenduristiyê ya Aktaş her ku diçe girantir dibe. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku dibêje, ‘’binpêkirina mafan nîn e’’ parêzeran serî li DDMM’yê dan.

Engîn Aktaş ku 1988’an ji diya xwe bûye, milê çepê heta bi anîşkê û destê rastê jî heta bi zenda xwe nîn e. Beriya ku dest û milê wî jêbibe jî gule li serê wî xistin. Ji bo vê jî li serê wî xêzek heye. Bi zorê daxive û pir ji bîr dike. Li gel van jî nexweşiya KOAH’ê pê re heye û ulsera mîdeyê.

Parêzer Gulîzar Tuncer û Fazil Ahmet Tamer, bi sedema ku ‘’binpêkirina giran a mafê jiyanê û qedexeya êşkenceyê’’ bi ‘’tevdîra lezgîn’ serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da. Parêzer têkilî bi Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî dan.