Li Mêrsînê MEDÎA-DER jî hate girtin

Li Mêrsînê di nava komeleyên ku hate girtin de Komeleya Alimên Ayînî (MEDÎA-DER) jî hate girtin.

Piştî raginadina rawestandina xebatên 370 komeleyan a ku bi biryarnameya Rewşa Awarte ya madeya 11. ku ji aliyê Wezareta Karê Nundir ve hate dayîn û şûn de Komeleya Alimên Ayînî (MEDÎA-DER) ji aliyê Polîsên Tîmên Taybet û rêveberên Maseya Komaleyan ve hate girtin.

Ji aliyê Maseya Komeleyan ve hemû dosyayên komeleyê hatin destdanîna ser, jimartina komeleyê kirin.Piştî hilbijartinê û şûn de ji bo 3 mehan hate girtin û xebatên wan hate rawestandin û deriyê wê hate mohrkirin.

Yuce diyarkir ku wê roja Yekşemê ji bo girtinê îtirz bikin û wê xebatên xwe bidin meşandin.

Di çarçoveya Rewşa Awarte de li gel biryara girtinê li Mêrsînê komeleyên YAKAY- DER, MEDÎA- DER, MKM, KOMELEYA GOÇ-DER, EMEK- DER û NAR- DER jî di nav de 6 komele hatin girtin, deriyê wan jî hatin mohrkirin.