Ji bo Midûrê me yê Nûçeyan Maxîme Demîralp kampanya
Ji bo azadiya Midûrê Nûçeyan ê ANF’ê Maxîme Demîralp (Azadî) ku li ser daxwaza Tirkiyeyê ji hêla Înterpolê li Belçîkayê hat girtin, kampanya hat destpêkirin.
Ji bo azadiya Midûrê Nûçeyan ê ANF’ê Maxîme Demîralp (Azadî) ku li ser daxwaza Tirkiyeyê ji hêla Înterpolê li Belçîkayê hat girtin, kampanya hat destpêkirin.
Ji ber Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Maxîme Demîralp (Azadî) li ser daxwaza Tirkiyeyê ji hêla Înterpolê li Belçîkayê hat girtin, nerazîbûnên navneteweyî zêde dibin. Piştî serlêdana îtîraza parêzerê Demîralp, tê payin ku sibehê dadgeh bê kirin.
Beriya dadgehê, Komîteya Piştgiriya Maxîme Demîralp (Azadî) hat sazkirin. Komîte ya ku ji hêla hevalên wî hat avakirin, bi dirûşmeya “freemaximeazadi” li ser tevna civakî dest bi kampanyayê kirin. Armanca kampanyayê ku wê îro saet 12.00’an destpê bike ev in; ji bo Serokwezîrtiya Belçîka, Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir bi rêka Twitter û Facebookê peyam bên şandin, balê bikşînin li ser rewşa hemwelatiyê Fransî Rojnamevanê Kurd Maxîme Demîralp (Azadî).
‘GIRTINA AZADÎ ŞERMA BELÇÎKA YE’
Di daxuyaniya Komîteya Piştgiriya Maxîme Azadî de hat diyarkirin ku girtina rojnamevanê Kurd antîdemokratîk û derhiqûqî ye û wiha dewam kir; “Serlêdana Tirkiyeyê ya ji bo Înterpolê, bi temamî têkîldarî nûçeyên Rojnamevan Demîralp in. Li welatekî Ewropayê, eger rojnamevanek ji ber nûçeyên xwe tê girtin, ev li ser esasê demokrasî û azadiyan şerm e. Girtina Maxîme Demîralp ew e ku zextên ku li Tirkiyeyê bi ser çapemeniyê tên, xwe gihandine Ewropayê jî.”
BANGA BIHISTYARIYÊ
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku wê dadgeha îtîrazê ya ji ber girtina Maxîme Demîralp sibehê pêk were, ev bang hat kirin; “Dadgeha hevalê me yê girtî wê sibehê çêbibe. Banga me ji bo hikûmeta Belçîka û saziyên YE ev e; demildesst hevalê me berdin. Ji bo vê jî em bang li tevahî beşên bihistyar dikin ku bi rêka Twitter û Facebookê peyaman ji Serokwezîrtiya Belçîka, Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir bişînin, nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”
Tevlîbûna kampanayayê bi rêka Twitterê @freemaximeazadi û Facebookê 'freemaximeazadi' mimkûn e.