Dema girtina li binê çavan a HDP'yiyan bi 5 rojên din hate dirêjkirin

Dema girtina li binê çavan a endamên HDP'ê yên piştî êrîşa bombeyî ya li Beşîktaşê li Stenbolê hatin binçavkirin, bi 5 rojên din hate dirêjkirin.

40 ev 12 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên girtin, ku di nava wan de Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş jî hene.

Piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû gotibû, "Em ê tola êrîşê hilînin" polîsên Tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de avêtibûn ser gelek malan. Polîsan her wiha avêtibûn ser avahiya HDP'ê ya Bajêr a li Taksîmê, hundir ser û bin kiribûn û nivîsên gefxwarinê li ser dîwarê nava avahiyê nivîsandibûn.

Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê parêzer Kadîr Tûnç da xuyakirin, ku dirêjkirina dema girtina li binê çavan biryareke kêfî ye û got, "Tevî ku du roj di ser binçavkirina muwekîlên me re derbas bûn, nûmareyeke lêpirsînê jî li holê nebû. Di du rojên destpêkê de em li nûmaraya dosya lêpirsînê geriyan. Hewl didin ji bo sûcdariyan delîlan bafirînin. Ji bilî vê yekê ti wateya dirêjkirina dema girtinê nîne."